100 pirtûk, 100 jiyan li Yaneya Meda hatin xwendin
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÃÈÑíá 2020
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Temenê yaneyê bû 5 sal, û hejmara pirtûkên ku di çalakiyên yaneyê de hatine xwendin gihþte 100 pirtûkan.
Berî 5 salan û piþtî ku Iraq û Sûriyê rastî çeng û þerekî þêt û bê sînor hatin,  Herêma Kurdistanê bû zemîneyeke aram ji bo xelkên sivîl û hezkiriyên çand, huner û jiyanê.
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, mirov dikare, mirovan ji seranserî dinyayê bibîne, hin ji wan ji bo kar û îþ, hin ji wan ji bo ciwaniya Kurdistanê, û gelek ji wan ji zordestî û sitemkariya rêjîmên welatên derdor ji wan jî hikûmeta navendî ya Îraqê reviyane û xwe li Kurdistanê girtine.


Ji xwe piþtî êrîþên çekdarên DAIÞê bo ser deverên berfireh û eziyeta ku gihand, bitaybet bo Kirîstiyan û Êzidiyan, li deverê bi tenê Herêma Kurdistanê mîna çargoþeyeke aram di nav dinyake agir û dojeh de aram ma û bû hêlîna koçber û penaberan.
Li Hewlêra Aram, hezkiryên jiyanê gihþtin hev, ji her neteweyekê, ji her ol û baweriyan, û bi bîr û bîroka xortekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna xortên Kurd û Ereb ji Kurdistan, Sûriyê û Iraqê û yanek ji bo xwendin û gotûbêjkirina pirtûkan di 25/11/2014an de hate damezirandin.
Dezgeha Meda ya Çand, Ragihand û Hunerê jî ku yek ji dezgehê naskirî ne li Cîhana Erebî û Rojhilata Navîn, piþtevaniya van xortan kir û yaneyê dest bikarê xwe kir.
Hejmarek ji xortên xwebexiþ, wizeya xwe ji hezkirina çand, huner û jiyanê werdigirtin hemû zehmetî û asteng bûrandin û di hemû rewþên xweþ û nexweþ de berdewam kirin.
Yaneya Meda ya Xwendinê li Kurdistanê bûye xwedan pêgehekî naskirî, li dora xwe bi dehan pispor, xortên çalak û rewþenbîr civandiye û bi çalakiyên xwe yên rengîn Hewlêr û dilê þopînerên xwe geþ kiriye.
Yaneya Meda pirojeyekî çendî û civkî ye, dixwaze riftarê xwendinê, bitaybet xwendina pirtûkên kaxezî di nav civatê de belav bike, herwiha dixwaze pêngav pêngav di her malekê de pirtûkxaneyek were avakirin, ji bilî alîkariya xortên ku dixwazin þiyanên xwe di bewarê nivîsê de di hemû warên çand û zanistê de xurt bikin dike û berhemên wan yên nivîsandî di rojnameya El Meda de belav dike.
Lê qezinca hêrî biker ew e ku li salona Yaneya Meda xort, keç, jin û mêrên hemû pêkhateyan mehê du caran li ser xwendina pirtûkên ji hemû warên çand û zanistê dighên hev û bi vê rêka þaristnî hevudin dinasin û ji hevudin nêzîk bibin.
Yaneya Meda çalakiyên xwe bi herdu zimanên Erebî û Kurdî pêþkêþ û heger mêhvan hebin bi van herdu zimanan nizanibin dibe ku bi zimanê wan mehvanan jî mijar werin þirove kirin.
Di boneya xwendin û gotûbêjkirina pirtûka hejmar 100, Yaneyê mêhvan, endamên çalak û endamên desteya rêvebir bi bawernameyên rêzgirtinê xelatkir, ez jî wek endamekî çalak û li ser çalakiyên bi Zimanê Kurdî rêz li min hat girtin, û ev yek cihê serbilindî û þehnaziya min bû.
Berdewambûna çalakiyên þaristanî li Hewlêrê tekez dike ku Kurdistan warê her mirovekî aþtîxwaz û çandhez û mirovatiyê ye, û çalakiyên rewþnbîrî û zanistî ciwaniya wê ciwantir dike.
Kurdistan hejmar 168. 01.03.2020


في هذا المقال اذكر بان عدد الكتب التي نقشت في نادي المدى – كوردستان بلغت المئة كتاب, ومن قام بهذه المبادرة هو صديقنا شيار من عفرين, وذلك بعد ان أصبحت كل من سوريا و العراق ساحة للحرب, في الوقت الذي اصبحت كوردستان و مدينة هولير واحة الامان وسط بركة الدم, و هنا يلتقي محبي الحياة و السلام و الثقافة ليبنوا مشروعا حضاريا, يلتقي فيه ابناء المنطقة من مختلف المكونات الدينية و القومية على ارض كوردستان السلام.
كما تتطرق الى اهداف النادي في خلق جيل شاب محب للقراءة و محاولات النادي لتكوين مكتبة في كل منزل ...الخ كما اشرت الى ضيوف النادي من الاكاديميين و الاساتذة و كيف الجميع يرى في النادي بيته الذي ضم كل محبي الثقافة و الحضارة. و تتطرقت الى انه كان لي الشرف انني قدمت عدد من الامسيات باللغة الكردية. ثم ذكرت انه بهذه المناسبة تم تكريم عدد من الضيوف و الاعضاء النشطين و المؤثرين و أعضاء الادارة وو...الخ
ارجو ان ينال اعجابكم
مع خالص التحية.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5197