Konê Reþ
Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me tunî ne
Va em jî reben ma ne
Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û þadî
Bi raqisin bi lîlan
Lê mixabin sed carî
Jiyana me reþtarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî
Zimanê dê qaçaxe
Bav bi nalîn û waxe
Wa Netewên Yekgirtî !
Ji vê rewþê me daxe
Kurd ne hov û bela ne
Em jî zarokên wa ne
Daxwaza me aþtî ye
Çima bi we giran e ?!
Gelî zarokên cîhan
Bîst û pêncê cehzeran
Cejna me mendala ye
Ji bil zarokên Kurdan
Ji mafê me jî azadî
Bi cejin û kêf û þadî
Bi yarî û nûcil bin
Bilind bangkin azadî
Çima wisa em dîlin
Weha em ne li bîrîn
Wa Netewên Yekgirtî !
Em zarok in hêsîrin
Armanca me aþîtî
Hezkirin û biratî
Gunehê me çi heye
Kîn û pevçûn hilatî
Konê Reþ
Qamiþlo