Navê helbestvanê payeberz Hacî Qadir e,ew lawê Mele Ehmed e û ew li gundê Goreqerecê li herêma Koyî li Baþûrê kurdistanê ji dayik bûye.
Lê lêkolîner û dîrokzanên wêjeya Kurdî li ser dîroka ji dayikbûna Hecî Qadir nirînên cuda didin.Ebdilrehman Se-îd dinivîse:Ku helbestvan di sala (1817) an de ji dayik bûye û ew di sala (1895) an de koça dawiyê kiriye,lê pir wêjevanên din jî,mîna Ela –eldîn Secadî,Giyo Mukriyanî û Mihemed Mile Kerîm dinivisînin ku ew di sala (1820) an de ji dayik bûye û ew di sala (1895) an de çûye dilovaniyê,lê hîn bi ser van de jî Dr.Merof Xeznedar û Dr.Îhsan Fu-ad dibêjin:H.Q. Koyî di sala (1817) an de ji dayik bûye û ew di sala (1897) an de koça dawiyê kiriye.
Herdîsan jî lêkolîner Feqîh Husên xwe dispêre çavkaniyek din û dinivîse,H.Q.koyî di sala (1825) an de ji dayik bûye û ew di sala (1897) an de çavên xwe yekcarî damrandine.
H.Q.Koyî hîn di pêçekê de bû,ew ji bavê de siwî dibe,diya wî û tev zarokê xwe derin bajarê Koyê,li wir Qadir bi alîkariyên hin qencîxwazan diçe dibistanê,piþtî demekê ew dibe Feqîh û ew di mizgefteke Miftiyan de fiqha Îslamî û rêzimana Erebî dixwîne,di piþt re ew wek Feqiyekî li gelek bajarên welatê xwe (Hewlêrê, Mihabadê Sulêmaniyê, û H.W.D digere û ew gelek sûdan ji zaneyên wan bajaran dibîne.
H.Q.Koyî dîsan vedigere Koyê ,ew ji wir jî diçe Stenbulê û ew li wir dibe mamostê lawên Mîr Bedirxan û ew dûmahîka jiyana xwe li wir derbaz dike.
H.Qadir Koyî destana Ehmedê Xanî ( Mem û Zîn) li Stenbulê dixwîne û bandora vê berhema nirxbuh gelek li wî dibe,hesta netewayetî li cem wî hîn germtir dibe,lewra jî em dibînin ku ew di helbestên xwe de li ser þopa E.Xanî diçe,ew jî dibe xemxwarê gelê xwe û ew ji bo rizgarkirina gel û welatê xwe helbestan bi zaravê Soranî (Kurmanciya jêrîn ) dihûne, lê divê em bizanibin jî ku helbestvan hîn di ciwaniya xwe de helbest li tevnê xistine,helbestên H.Q.Koyî cureyî ne:(dildarî,ayînî,komelayetî),lê ji bilî van jî divê em,ew pir þîret û pendan dan pêþkêþî xwendevanên xwe dike.
Lê divê em destnîþan jî bikin ku piraniyên helbestên wî civakî ne û ew li ser pêwîstiyên yekbûna gelê Kurd jî baþ nivîsandiye û ew di wan de amojgerî þîretan li gelê xwe dike.
Ew dinivîse:(…….
Heta ku li hev neyên qebîlên Kurdan
Herwiha bibin xirabên malan
Hemû dinya mezin û biçûk
Xemilî ye bi milkî wek bûk
Dinya pirtirîn dixwin û didin
Her çi meremê wan dikin
Her Kurd in ,tenê bi pakî merd in
Bêmalî zeman e,mexsusî Kurd in
Her mane bêdeng û mezlûm
Mîna erdê xirabe,zarê mesûm
Ger Meraþ û Wanê ,ger Îraqê
Qesrek avakin ew îtîfaq e
Ger wa nebê ,her bêtaq e.
…….)
Helbestvan di van malikên bijarte de, çi dixwaze ji gelê xwe re bêje?
Helbestvan di kûraniya dilê xwe li ser rewþa hevdijyatiya êlên Kurdan diþewite û ew nekokiyên ku di nav Kurdan hene bi zelalî berçav dike û rasterast bang li miletê xwe dike û dibêje:Eger aþtî di nav êlên Kurdan tune be û ew herdem neyartiya hev bikin û malên hevdu hilwþînin, gelê me nikane xwe ji bindestiyê rizgar bike û eger hûn li hemû miletên mezin û biçûk li cîhanê temaþe bikin ,ew niha bûne mîna bûkên xemlandî li ser rûyê zemîn ,ew ne tîne û ne jî birçîne û ew baþ dijîn.Lê bila hûn zanibin jî Kurd dilsoz û qehreman in,lê dijminên wan naxwazin ku ew bibin xwedanê welatekî cuda û ew herdem bê maf bimînin.Lê Kurd jî hîn di bin zor û setemê de dijîn û hîn ew bêdeng mane,ew mîna zeviyên bor û bê berhem mane,ew bûne mîna zarokên sêwî û bêgûneh li ber dîwaran rûnîþtîne.
Eger bajar û gundên Kurdan dixwazin ji xwe re qeserkê (welatekî) ava bikin,divê berî her tiþtî yekbûnekê di nav xwe de ava bikin û eger ev daxwaza bi cih nebe,gelê Kurd sûdê nabîne û ewê herdem bindest bimîne.
Hacî Qadir li cihekî din dinivîse:
Hakim û Mîrên Kurdistanê
Her ji Botan heta Baban
Yek bi yek hafizê þerîyetê bûn
Seyd û Þêxê qewmê û milet bûn
Ka axa Cezîrê û Botan?
Ka welatê Kurdistan?
Ka dema ku ew azad û serxwe bûn?
Dîrokzanê wêje Feqî Husên Sa-oniç li ser helbetvaniya H. Q. Koyî baþ derdibirîne û ew bi van wateyan dinivîse:(Wisa xûya dike ku H.Q.Koyî di destpêkê de îlhama nivisîna helbestên xwe ji xweþikahiya xwezayê û ji gul û gulistanan girtiye û ew dibe dildar,lewra jî ew pir pesnê dide dildara xwe û dibêje:Rûmeta wê weke tîrêjê ye,devê wê weke xunc e,çavên wê jî wek çavên mest in û keziyên wê weke tariyên þevê ne .
H.Q. Koyî li ser yara xwe hîn berdewam dike û ew di perçehelbestekê de dibêje:Yara min rabûye ser piyan,tayên keziyên wê bi çiqan li erdê belav bûne û Tawisê ji þerma wê re per û baskên xwe vekirine ta ku ew xwe bide ber yara min,tav jî demekê derdikeve,yara min tayên keziyên xwe pan û belav kirine û ew bi hezar rengan dibe û vedibriqin,bi xêra wan tayên keziyan ew jî tîrêjên xwe belav dike û eger tayek ji mûyên yara min biqete,wê cîhan yekser têk biçe….)
Hacî Qadir koyî dixwast dîwana helbestên xwe li Stenbulê çap bike,lê ewî nikanîbû daxwaza xwe bi cih hûne,di piþt re ew dîwana xwe radestî Mîr Ebdilrezaq Bedirxan dike ta ku ew ji wî re bide çapkirin,lê Ebdilrezaq Bedirxan jî, ji aliyê destlata Turkiyê (Îtîhadî ) de tête girtin û ew ji aliyê destlatê de tête kuþtin,bi vî rengî dîwana H.Q.Koyî bizir dibe,lê Ebdilrehman Se-îd carek din helbestên H.Q.Koyî ji vir û ji wir dicivîne û wan di hundir pirtûkekê de, di sala (1925) an de li Bexdadê diweþîne.
Wek me berê gotibû ku H.Q.Koyî maweyekê ji Kurdistanê dûrketibû,lê agirê dûrbûnê û biyanistanê dil û cegerê wî kizirandibûn,evîna xwe ji gund û bajarên welatê xwe re,ew sermest kiribûn,lewra ewî komek helbest bi navnîþana (Buhar) vehûnabûn,ew di wan de li ser ciwanî û xweþikhaiya herêma xwe û xwezaya Kurdistanê nivîsandiye û ew di wir de dibêje: Herêm û niþtimana min xakên pak in,Xwedê ew afrandine,binêrin çiqas welatê min xweþ e,hemû çavkaniyên jiyanê di wir de hene: Çavkanî,avgeh,hemû gul û giyayên qeþeng û binêrin çawa wan niþtimanê min xemlandine .