Narîn Omer
Buhar tê pêre tê Avdar
semadar in kulîlk û dar
Gelê kurdan bi þêranî
dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê mirad xweþ tên
mirada em kirin navdar
Bi karê wî lehingê jîr
xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan
bi halanî dikir hawar
Erê kurdno bi þehyanî
em ê çêkin welat û war
Ve roja nû helat û hat
bi Newrozê me kuþt zordar
Wiha kawa gelê bindest
ji xewna reþ kirin hiþyar
Hezar caran em ê bêjin
bijî Newroz mebesta zar
Erê kawa lehingê merd
dimînî karkerê þahyar