Newrozname/ Sersala 2720 an
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Newroz û sersala kurdî li gelê kurd li kurdistan û derveyî welat pîroz bê, biteybet li Pêșmergên qehreman û șervanên azadiya kurdistan, û daykên Șehîdan û birîndaran, û girtî û windayan.
Birano, dostno hevalno..
Wek ûn dizanin Veyrosa korona erdhej li cîhanê durist kir, û metirsiya belavkirina wê gelek mezine. Jibo em liber xwe bidin, gelek ferze û pêwiste em 100% pabendbin bi rênemayên tenduristî yên her welatê ku em lê dijîn.


Divê salê de, em hemû gelê kurd agehdardikin, û fișarê deynin ser tevgera siyasî ku bi kurdî hizir bikin û jibo kurd û kurdistanê xebat û têkoșîna xwe bidomînin. Ji ezeziyê û partîtiyê û siyaseta takrewiyê dûr kevin. Li rêbaza hezarên cangoriyan/ șehîdan xwedî derkevin. Herweha em pêkve silogana xwe bidin [[ Bê Kurdistan jiyan sext û dijware.. û bê hizra netewî kurdî,yekbûn mala kurd xeyale]]
Gelî welatparêzan..
Qamișloka Evînê libendê weye dakû ûn lihev bcivin û biryara çarenûsa xwe bidin.
Da ku em hemû pêkve, biyek deng û yek helwestê herin pêș li meydana azadiyê dengê xwe bilnd bikin û bêjin:
Em kurdistanî ne, û armenca me eve, yan neman û yan pêkanîna mafê çarenûs jibo gelê kurd liser xaka wî Kurdistan. Û bilezgînî bikvin liv û tevgerê jibo rêzgkarkirina gelê me li herêmên dubare dagîrkirî de, li Efrîn û Girê Sipî û Serê Kahniye.
Herweha  pêkve jiyanek aștiyane
ligel hemû netew û kêmnetewên din, ligor Zagonek șaristanî  û di Sûryeke fedrlaî, perlemanî, piralî ne navendî siyasî de.

(((Dubare cejna we pîroz be)))
Bijî kurd...Bijî Kurdistan

Mehmûd Biro
Oslo: 20.03.2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5171