Ji Evîna Rojên Kevin: Anîna Termê Cegerxwîn û Helbesta Min
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

  Berî 36 salan, di roja 22/10/1984an de, Seydayê Cegerwîn li Swêdî, bajarê Stockholmê koça dawî kir.. Di Tîrmeha 1979an de, ciwanika Nûvîn Harsan, ew ji Qamiþlo bi xwe re biribû Swêdê û her pênc salên xwe yên dawî li wî welatê serme û seqemê derbas kiribûn.. Êvara 23/10/1984an nûçeya koçkirina wî li bajarê Qamiþlo belav bû.. Xemgîniyê konê xwe di ser tev bajar û gundên kurdan de li Cizîrê vegirt.. Dost, heval û hogirên wî li hev geriyan û nûçeya koçkirina wî ji hev re gotin..


Hingî ez û wan çend hevalên xwe yên ku her pêlekê em diçûn serdana wî û pêwendiyên pê re hebûn -berî ku here Swêdê- me nûçeya koçkirina wî di nav xwe de giftûgo kir; gelo wê bînin Qamiþlo an na? Wê wî, li kû veþêrin..? kengî bînin..? Her yekî ji me gotinek digot.. Belê gotina rast li cem partiya Pêþverû û mamoste Abdulhemîd Derwêþ bû.. Ya dinî rojê, belav bû ku mamoste (Abdulemîd Derwêþ) sekretêrê partiya Pêþverû gotiye; wê termê Cegerxwîn bînin Qamiþlo, di hewþa mala wî de veþêrin.. Di wan rojan de, min his û hestê xwe derbarî Seydayê Cegerxwîn di vê helbesta xwarê de bi navê Þîna Cegerxwîn anî ziman.
  Piþtî çend rojan, em di kolalên Qamiþlo de çav bi (Afîþa) postera roja anîna termê Cegerxwîn, di kolanên Qamiþlo de ketin. Ku wê termê Cegerxwîn di roja 5/11/1984an de, bi balafirê bigihêje balafirgeha Qamiþlo û wê termê wî di hewþa mala wî de bê veþêrin..  Ew postera mirina Cegerxwîn bi zimanê erebî bû, bi tenê navê wî bi kurdiya latînî têde xuya dikir.. Ew yekemîn car bû ku posterên mirina yekî kurd, navê wî bi kurdî têde nivîsandî di kolanên Qamiþlo de têne daliqandin.. (Paþê min sehkir ku birêz Komîdas xwediyê çapxaneya Komîdas yê Ermenî, ji rex emniyetê ve hatiye bersivdan û jê re gotine: Çima te ew postera mirina Cegerxwîn çap kirine.. kê ji te re gotiye û destûr daye te..?).

 

 

  Sibeha roja 05/11/1984an, cemawerekî girs, wek lehiyê ber bi balafirgeha Qamiþlo ve herikî; jin û mêr, keç û xort, qutabî neçûn dibistanan.. Bavê min jî tevî xityariya xwe ji gund hatibû Qamiþlo pêþiya termê Cegerxwîn û bi sedan yên wek wî hatibûn.. Ez jî digel çend hevalan digel guzek gul û kulîlkên ku min ji hewþa mala xwe dabûn hev, di desên min de, em di nav wî kerwanê insanên bê ser û ber de, di pêþwaziya termê Cegerxwîn de bûn.  
  Li gor afîþa mirina wî, xelkê xwe li balafirgeha Qamiþlo digirt.. Lê ji ber ku di wê rojê de balafir ji Þamê nedihat Qamiþlo, çend otomobîlên hevalên partiya Pêþverû û kurdperweran ji Qamiþlo çûbûn balafirgeha Þamê pêþiya termê wî. Ew bi otomobîlan, ji Þamê di rêka Helebê re tanîn Qamiþlo.. Werhasil, cemawer bi saetan li hêviyê man û gelek ji xwediyên otomobîlan ta bi bajarê Hesekê çûn pêþiya termê wî.. Dawî giha.. û ew cenawer wek lehiyê pey derbesta wî, di kolanên Qamiþlo de herikîn.. ta ku gîhandin mala wî û di hewþa mala wî de veþartin..
Konê þîniya wê, þeþ rojan li ber deriyê mala wî, ji serdançiyan re vekirî ma.. Ji bo rastiyê, yên ku bi kar û barên þîna wî di bin konê þîniyê de rabûn, hevalên wî bûn, yên partiya Pêþverû..
  Piþtî çil rojî ji koçkirina wî, partiya (Pêþverû), çil rojiya wî li Qamiþlo, di mala Ibrahîmê cumaa de pêk anî, min jî bi vê helbesta xwe (Þîna Cegerxwîn), ya ku min di roja 26/10/1984 nivîsandibû beþdarî kir.. Ew yekemîn car bû ku, ez helbestekê bêþberî cemawer dixwînim:

Va Cegerxwînê delalî xatir ji me xwest û çû
Li dûriyê derbiderî serxwebûn kula dil bû
Nav û dengê vî hozanî li cîhanê belav bû
Mîna Lorka û Nîroda, ji gelê me re dan bû.

Weke Taxûrê Hindokê, ew Cegerxwînê Kurda
Navê xwe di dîrokê de, serbilindî wî hilda
Pir bi bêriya welat bû.. Hildigirt barê derda
Perîþan û belengaziya gelê xwe pesin dida

Li tev beþên Kurdistanê, ew geriya û dêra
Êþ û janên miletê xwe, dinivîsî wek mêra
Her dem bi kul û birîn bû, mîna birînên kêra
Buhiþt danê got; min navê, ma ev ne rengê þêra.

Wî dil û ceger diyar kir, bo tev gelên bilindest
Ji ol û êlê xwe naskir, pêþketin here serbest
Ne tenê niþtimanî bû, mirov bû, aþtî dixwest
Bi azadî, serbilindî, dijî cengê ma newest.

Ew dîwanên pir giranî, ji me re bûn dibistan
Kul û xeman þevîn tanî, dîwan çêbûn ji ristan
Ra û tevdî wî baþ danîn, sorgul xemla gulîstan
Bi merdî ji dil û canî, bû hevalê bindestan.

Oxir buhiþt be lo kalo, va te xweþ kir ev jiyan
Nav û zarê miletê xwe, te bilinkir li cîhan
Sed xwezî yên wek te pir bin, weke Xanî ji Botan
Va dîroka çanda kurdî, bi pelên nû hat tevdan.

Konê Reþ/ Qamiþlo 16/3/2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5162