12 ê Adar a 2004 ran
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

Li ser agirê qurme dareke guwîza,
Tûrikê derd û mitalan,
Min þewitand....
Û ên mayî jî...Bi Misasa
Cotkarekî, min bin ax kirin


Li Nûrþîn û Tekîyên Neqiþbendîyan,
Niviþt û bazbendên ji bîrkirinê,
Ji min re dane çêkirin...
Û min wergirtin

Ne qebe qeba kewekî,
Li ser lateke
Çiyayê Tora Hevêrka,
Û ne jî bêhna Sosin û Endekoyên,
Sîpan ê Xelat ê
Di karîbûn zû bi zû,
Giyan li canê min
Ji nûv re
Swarbikin

Weke sawîrekî nîv mirî,
Di dîmahîka wundabûnek ê de,
Kû dirîyên sînora,
Xwe ji xwîna damaran sor kiribûn !!??
Ji xewneke xemgînî,
Þiyar bûm!
Û dengê strana:
            Ey welat welat
            Ey zalim welat
Hate guhê min....
Û mat mayî....
Dîsa ez pûnijîm...

12 ê Adarê 2020,
Elmanîya








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5161