HESTÊN PENABER
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Xizan Șîlan

li tenêtiya þevistanên sar
hestên xwe dispêrim
paþila helbestê
li bêçaretiya qederê
rojên nazdar û kubar
xwe ji min veþartin
xurbetê kirasê þînê


li bedena þadiyên min  
rapêça
ken û girînê ji hêlîna dil
fîrar kirin
derdê dinyaya derewîn
li ser serê min
bû barekî giran
li bêçaretiya qederê
di giyana xwe yê þermok de
têm guvaþtin
li nav axîn û keservedanan
dem û dewran heliyan
ji kaniya çavên bêrîkirinê
qêrînên bêdeng dipalin
hezkirin
li nav agirê xeman qewirî
li bêçaretiya qederê
hesreta xerîbistana xopan
ket para min
gotinan
wateya xwe winda kirin
asoya awirên þil û melûl
mij girt
rûyê mehan zerikîn
demsal bêreng bûn
kezeba salan þewitî
þadiya tîrêjên stêrka êvarê
com bû
li bêçaretiya qederê
hevîrê jiyanê tehl û tirþ bû
meya kêfxweþiyê
di gewriya min de
ziwa bû
rayên dara temen rizîn
pelên bextewariyê
weþiyan
çira sebirê vemirî
li bêçaretiya qederê
þûþa eþqa dilê reben
þikest
hêviyên mesûm
li ber wîzîna bayê reþ
teriqîn
movikên piþta daxwazan
qeliþîn
êþê konê xwe
di sînga min de vegirt
li bêçaretiya qederê
kulîlk li baxê xeyalan
çilmisîn
di xewên jankêþ de kûr kûr
dinalim
berbangên ronî
xatir ji min xwestin
ez
ne rabirdûya xwe dijîm
ne jî dahatû

2019-01-27
Stockholm







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5158