Bajarê dildar e
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÝÈÑÇíÑ 2020
Mijar: Nûçe



Ehmed Mustefa

Efrînê  bajarê dildar e
Cihê zana û xwendevan e
Bê te jiyan perçe bûye
Tu hebî  hêvî namirin
[Tu  hebî  bo te dil þa dibe]


Tu buheþt î tu ne wêran î
Xort û keçên te evîndar in
Armanca wan li wir jiyan e
Tu nebî ,  bê  te  winda  ne

Zimanê te xweþ giyan e
Axa te zêr û zîv û hesin e
Cinet bê te dojehe ne jîn e
Bê te hêvî  û  evîn birîn e

Sal zû çûn em pîr kal bûn
Jîna me tev da bi xûn bû
Sosin û  gul   çelmisîne
Bê te jiyan reþ û tarî bûye

28/02/2020
roj.ava2011@







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5141