sirûþta Elî Bedranê û cejna rojnamegeriyê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 ÃÈÑíá 2006
Mijar: Nûçe


Rîportacek rojnamegerî li ser ahenga cemawerî ya bi helkeftina cejna rojnamegeriya kurdî li gundê Elî Bedranê hatî lidarxistin.

Di (21) Nîsanê de, surûþtê dilþahiya miletê kurd bi cejna pênûshilgir û rojnamegeriya kurdî himbêz kir.


Di vê rojê de singa buhara gundê Elî Bedranê bi rengê ala niþtîmanî û kurdî hate xemlandin, û jimarek balkêþ ji kesên ku guhdanê bi rewþa rewþenbîriya kurdî dikin û kesatiyin Ereb jî berhevî ahengê bûn, tevî vê jî cemawerê kurd yê ku þahiyê bi roja rojnamegeriyê û cejnên buharê dikê liwir amadebû û komên folkolorî yên ku bi stran û þanoyên xwe cemawerê berfereh dilxweþkir û roj geþkir .
komên beþdar di ahengê de ev bûn :

Koma Mîdya
Koma Mîtan
Koma Helebçe
Koma Ronahî
Koma Amodê
Koma Yekîtî(Ahîn)
Koma Hêvî
Koma Ronahî ya Aliyan
 
Aheng li ser daxwaz û xwestina koma Mîdiya ya folklorê kurdî hate çêkirin û her dîsanê ewê komê aheng bi rêvebir û bernamê wê dabeþ û amadekir.
 gelek birûsk û namên pîrozbahiyê ji nivîskar, siyasetvan, guropên rewþenbîrî û rêxistinên mafperwerî û hizbî jî gihane destê komîta rêveber û amadekar .
ev aheng derfetek bû ji gelek rewþenbîrên kurd û Ereb re ku hev bi bînin, û nêrîn û ramanên xwe bi hev bi din zanîn û me jî delîvek dît ku em nêrîn û ramanên hin ji wan rewþenbîr, nivîskar û siyasetvanan li ser rewþa rojnamegeriya kurdî ya ku bi zimanê kurdî û Erebî derdikeve û herweha li ser rojnamevaniya elektironî jî bibînin, êþ û astengên vê rewþê bi nasin û bi pirsin ka gelo rojnamegeriya kurdî kariye bi rola xwe rabe û kêþa kurdî û jana miletê kurd bi gihîne xwendevanên miletên dîtir…?
Hêjayî gotinê ye ku þêx Murad maþoq xiznewî jî seredana ahengê kir û tevlî mêvanan bû.
kesên ku me çavpêketin bi wan re kir ev bûn :

- Dr.Faroq Ebas Ismail - akadimîkê kurde, û mamostayê beþê dîrokêye di  zangoya Helebê de .
- mamosta Ibrahîm Yosiv - helbestvan û rojnamevanekê kurde
- mamosta parêzer Mumtaz AlHesen - çalakvan û mafperwerek Erebe serbixweye
- mamosta Nîdal Derwîþ - nivîskar û çalakvanekê mafê mirovaye
- mamosta Mihemed Qasim Mela Ebdulkerîm -nivîskar û perwerdekarekê kurde
- mamosta Ismail Omer - serokê partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Yekîtî)
- mamosta Azad Ehmed Elî - nivîskar û sernivîskarê Govara AlHîware
- mamosta Nisrîn Têlo - çîroknivîs û nivîskareka kurde
- mamosta Ferhan Meriê – nivîskarekê kurde
- mamosta Xalid Cemîl Mihemed – rexnevanekê kurde
- mamosta Hewas Mehmod – nivîskarekê kurde

Emê wan çavpêketin û nêrînan li pey hev di dema bê de bi weþînin .

Dêrika Hemko
Gundê Elî Bedranê
21 Nîsanê
Amadekirina rêportacê
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
--------------------
tu dikarî temaþeyî wêneyên vê fistîvalê di beþê erebî de bikî






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=51