Jin û pirsa wêjeyê.4.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 07 ÏíÓãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Li gorî jêderên heyî û çanda devokî, jinên kurd her tim çalak bûn, ma dayikên me li ber darê dergûþê rist li hev netanîn û di ber xwe de nedinehwirandin...?
Ta vê gavê û ez piþtrastim ku hîn li deþt û newalan, li bax û bistanan, li ber keriyê pez, li nav miþrên îsot û bacanan, di bin darên hejîran de, dema çinîn . aþêf û avdanê û htw. Belê ez tekez dikim ku hîn ew jinên bedew lawik û dîlokan ji hiþê xwe di`afirîn in û wan dibêjin,,pir ji dastan û lawikên ku em rojane li wan guhdarî dikin û hinan ezber dikin ji afrêneriya jinan e.


Min navê ku li vir mînakan bênim zimên...ji xwe mînak pir in.
 Bi dîtina min ku jinan di detpêkê de hin sirûd digotin lê dibe ku dengên wan lawaz be û paþê mêran heman rist, dîlok û lawik bi dengê bilind dubare dikirin, di odeyên axa , paþa û mîran de bi jenîna kemançê re vedgotin.
Sedemên vê diyardeyê pirin, ji wan ku jina kurd pir þerm dikir, û hema bi rengekî vekirî û hiþkere delalê dilê xwe, evîna xwe a mezin nedigot.
Tekez min gelek caran aniye zimên û di nivîs û gotaran de gotiye : ku jina kurd damezrênera hunera strana þîn û xemgîniyê ye.
Bê guman , jinê berê bedewiya laþê xwe, bejin û bala xwe tanî ziman, pesnê çavên xwe , memik û pêsîrên xwe yê hinarok û porê xwe yê xelxelok û guliyên reþ dida.
Lê îro neviyên heman jinan , hew bi vê yekê razî dibin, jina îro xwe sews û fêkî ji bo devê mêr nabîne,
Tekez qelsiyeke mezin , û xencereke dijwar e ku jin ta di tekestên adebî de jî bibe madeyeke erzan  
Ev nayê wê wateyê ku mirov ciwaniyê venebêje , lê bi min ta bi vegotina ciwaniya jin yan mêr divê birêz û ciwanî bibe.
Weko hûn dizanin û li gorî vegotinên bav û kalên me, met û xaltikên me , dê û dapîrên me, kurdan ti giringî nedidan xwendinê , dijminê kurdan bi zîrekî û pîlan ta bi ava çem û rûbaran diçikandin, xelkên me mijûlî dabînkirina pariyê nanê xwe dibûn, pirtûk ji komfortan bûn, eger xwendin û fêrkirin hebana , ew di hicreyên oldaran de dihat kirin.
Melayê Cezîrî û Ahmedê Xanî li wir dihatin dîtin, lê ne ji ber tekest û beytên wan yên bi kurdî û ne jî ji ber bilindgoya wan ya netewî lê tekez ji bo xitaba wan ya olî,,,ev tevî ku ew ji dibistana Tesawifê bûn...!?.
Belê hin axa û paþayên kurdan zarokên xwe didan xwendin, lê rê nedidan yên din , qata belengaz û gundiyan, dibe ku ev jî ji leystokên dijmin bin.
Di wan dem û dewranan de ji xwe jin û pirsa xwendinê ,fêrkirinê ji taboyên herî mezin bûn, rê li ber biyek carî asê û girtî bûn.
Jin mijûlî xwedîkirina zarokan bûn, karên xwe yên rojan e dikirin û pembû û nîsik diçandin û þîr didotin, bêrîvan bûn, meþk dikeyandin û htw.
Di wan rewþan de jin bê hedan, bê rawestan dilokên rengo, rengo diristin û tekestên balkêþ li hev tanîn.
Jina îroyîn hewil dide ku parçak ji nexþeya wêjeyê be, û ev dibe bi riya realîtêta hiþ û aqilê pîrewer.
Tekez ti hiþê bîrewer û zana naxwaze ku hinek pesnê dest yan bejina wî bidin û wî mîna madeyeke  hesan bînin li ser lêvan, û di tekestan de pête nivîsîn.
Íro, bêhtir derfetên xwendinê hene û hejmara xwendevanên jin êdî rojane bilindtir dibe, di her ciyekî de, di her warekî de jin li gel xwedîkirina zarokên xwe , bi rola xwe a herî rastteqîn dirabe, ji lewra ew parêzer e, nivîskar e, mamoste û endeziyar, e, û endama parleman e.
Çerxê me çerxê enternêtê ye. çerxê Facebook û dregehên civakî yên pir zîrek in. êdî jina ku bi van alavên modern û nûjen têkiliyê dike û bi wan baþ dizane, ew jin dê çawa xwe made bipejirîne..?
Dayika min a heftê û pênc salî xwedan berîkfona simartfon e, û bi qasî pêdiviyên xwe têkiliyê bi keç û dost û bûkên xwe re dike, ne li Uropayê, hîn jî berî sêsalan û dema ku Li Qamischloyê bû.
Lê da ez careke din nêzîkî mijara xwe bibim .
Di dema nivîsîn û hebûna pênûs, lênûsk û Facebookê de, ta kîjan radeyê jina kurd atmosfêr heye, asoyên ku ew tê de diafirîne çendîn berfereh in..?
Çima em hemû helbestê dinvîsin û ne romanê, ku em li xwe mukir werin û rast bêjin ji sedemên vê qelsiyê... vê lekeya heyî , nebûna demê ye.
Ango dem bi roleke sereke dirabe, pêdiviya helbestê bi demên dirêj nîne , lê roman pir demê dixwaze.
Ez bi xwe helbestê û ne romanê ji ber vê yekê dinvîsim, piraniya caran pênûs min ber bi romanê ve dibe, ango hemû pêdiviyên ku roman dixwaze li ba min û misoger dibêjim hene, lê mixabin min dema ku divêt nîne, û atmosfêr min bi hemî aliyan de dorpêç dike.
Min çend cara hewil daye ku hinekî nivîsên xwe biþopînim û dûrtir herim, ramanên min hev dikiþînin û çend rûpelan dinvîsim, lê ji ber nebûna demê ez xwe ji wê ramanê dûr dixim.
Nebûna demê û bi wateyeke zelaltir vedgere ku me jinên kurd fakterê sereke nîne dem û atmosfêr .
Pêkane ku rojekê ji hiþ û nîgaþa xwe romanekê binvîsim, û ne pêkane jî, çimkî min dem nîne.
 Pir jinên ku afrêner in hene, lê piraniya wan û mebesta min her jina kurd e, piraniya wan dayik in û wan dem û çaxên vala û fereh nîne.
Piþtî karesata  11.septemberê .2001-  û hêrivîna bircên New York me bi dûriþma ku Zemîn têra me tevan dike þeveke helbest xwendin bi Almaman re li dar xist.Min çend parçe helbest pêþkêþ kirin, Camêrekî alman temen mezin hat ba min û ez himêz kirim, got xwendina te pir balkêþ bû ez baþ bi te hest bûm û ji min pirsî :
Xanim hûn çi karî dikin..?
Min got :  Helbestan dinivîsim lê niha ez mijûlî xwedîkirina zarokên xwe me.
Matmayî ma û got: Ma dema te ya ji bo nivîsandinê heye....? Ammmmm dayik û nivîsîn...! Naxwe we zarok hilbijardin e, min bibexþîne lê ez bixwe bawer nakim ku hûn bikaribin bêhtir binvîsin û berdewam bimînin.
Min jêre got: Dayikên kurdan keviran didoþin û avê ji sînga latan derdixin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5088