Hebûna Pîtola perwerde
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 äæÝãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Anahîta Hemo

Bingeha avabûna welatek serbixwe hebûna sîstemeke perweredak azad e.

Derengkirina ne diyar, ji sîstemeke perwerde bo nifþên Rojava , lê nayê bûrandin.

Çi pêdiviye bo avakirina kesayetîk”hewilatî”, serbixwe, berpirsiyar û azadîxwaz ku karibe di vê pêvajoyê de bi arkên netewî rabe?? Bêgûman , Ev kesayetî wê karibe giringiyê bide problêmên civakê çi jîngeh çi wargeh.


Paþê wê karibe berevaniyê di ber þûnewarên xwe de bike, li himber dijberên dewleteke kurdî serbixwe û azad .têrorîst ,cîhadîst.

Ev derengî di vê qunaxa hestiyr û demkî dedi bercewendiyên kê de ne?

Li ser milê kê avadibe nirxên avabûna vê kesayetiyê ,ew derûn pak, lehengên demê ne, dijî windabûna nifþan û dûrbûna wan, ji jêderên wan, ji mirinekê dirin yeke dîtir . Ev jî qirkirina netewa kurd e di riya valabûna danîþtekên dibistanan ji pîtol (Felsefe) û ramanên perwerda nûjeniyê.

Ew partîzanên xwedî rol di civakê de, di vê avabûna hevbeþ de berpirsên sereke ne, ji civaka kurdperwer, hemû hêzên niþtîmanperwer .Berevanên civaka sîvîl dildarên zimanê dê .AVAKIRINA nirxan ku hatine herifandin, Bilinkirina astê ênêrgî ,hêzan li gel nifþan û hezkirina jiyanê, xebatê dijî hasten xemokî, bo kar bê rawestan .

Her wiha jî,Belavkirineke karê hevbeþ, bi yek felsefa nûjen di wekheviya ciwanan: jin, mêr, bêcudabûn .Û yên mane bi sûde bijîn ,vegerîna nifþan ji Bakur û Baþûr pêdiviyek netewî ye .

Ya herî giring, þêrînkirina felsefa hebûnê û mana li ser xaka Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistan.

Giringiya avabûna kadirê mosteyan,rewþenbîrên xwedî bîr û bûçûn, xwedî bîr û bawer bi guhertina astên ramyarî û civakî, li gorî vê pêvajoyê.

Pêdiviyeke netewî bi rola ciwanên nûhatî, ew nifþên pêþerojê ne .

Bi wateyeke din, ew rola herî giringe, tevgera nifþên bi hêz di astên ramyarî û kultûra aza. Da ku karibin bi hemû pêdiviyên pêvajoyê rabin .

Dema ew hêz û ewlekarî di civakê de ava bibe, wê demê wê civaka kurd bi yek rewtarê û peyamê bersiva demên pêþerojê bide.

Ev jî naghêje serî ji bilî avabûna sîstemeke perwerde hevbeþ serenserî Kurdistan .Wiha em ê bêjin ku Kurd xwedî biryarin di parastina xwede dijî van terorên ku kurdan cuda nakin “Þengal,Kobanê û Serê Kaniyê. li me dicivin ji hemû welatan, dema periyek buhiþtê wan dicivîne, gelo, perîþanî û birçîbûna zarokên me me nacivînin dijî pîtola sendelî, post û desthilatdariyê ta mirinî?

lê, ya herî balkêþ ku em Kurd ji yek netew nikarin ta ana bi yek peyamê bicivin di bin yek sêwanê de.Lewra jî, pîtola hebûnê bo nifþên Kurd di systemeke perwerde xwe tîne holê. ew pêwîstiyek û berpirsiyariyeke dîrokî ye li ser milên yên xwe dibînin parêzerên gelê Kurd bi hemû beþên civaka me ya Kurd “polîtîk, civakî, sîvîl, û aborî “,ew derûnpakên vê demê ne yên ku dikarin xaka xwe û þûnewarên xwe hilînin ji zarokên pêþerojê re bi aramî li dirêjahiya dîrokê.

Mînakê vê ezmûnê di þerê cîhanî yê dûyemîn de, Tiþirþil digot: Ger fêrbûn ,dadgeh, û sîstema perwerde di asteke çak de be, wê demê em ê bêjin ku dewlet ava ye û tu ziyan lê nehatiye. Em ji vê peyva dîrokî li ku ne?

Bê gûman, dûbare dikikim, ger ne bi yek peyamê bin wê dengê Kurd di wê çarçoveya teng de bimîne, wê dengê wan jî neghêje netewên cîhanê.

Ev jî wê diyar be piþtî peymana li Baþûrê rizgar ji Kurdistan. Êdî gelê Kurd li xwe xwedî derdikeve, bi yek giyanê Kurd perwerî doza xwe þîrove dike .

Ma wê ji bilî vê birçîbûnê û penaberiya nayê salixdan di kampên werzê Zivistanê û xazên li wan dibarin dema ji Rojava direvin Bakur??

Kî berpirsê vê valabûna navçên kurdî ne? Kî koçber dibin û ji bona çi sideman? Kî cugrafiya nexþe bajajarên Kurdî dughere û kesên biyan bi cih û war dike? wiha nifþ jî dûrî civaka xwe dikevin û dûrkirina çareseriyê bi ramaneke azad di pêþerojeke kurdperwerî de .

Bi dumahî, ev pirsên ku divête di rojeva me rewþenbîra de bin .û lêkolîn bi lêhûrbûn, civat jê re ava bibin bo avabûna civakê bingeha dewleteke serbixwe.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5079