Gazîvan ê bê gazind
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 äæÝãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif

Mamo ,
Li bendî karwan ne mîne,
Gelek karwanan barkirin e,
Di koçberiyê serwinda bûn e.
Ku demsal wisa sirt bin!
Û em bê tevdîr bin!
Em ê li ber þîpneyîn nû biherikin.


Xembaro!
Xwediyê ketiyan nîne,
Dostên wan jî nezayîne,
Xwedanê miriyan korin.
Ji zayîn a xwe ve em rêwîn e,
Jêre amade ne,
Rev li bendê me ye!
Ji Hezar û çarsed salan ve,
Ev îlah yê þûrên bê kalanin,
Yê hêlik* û talana ne,
Yê zorê ye ne yê hejara ne.
Du´a* yê te weke xweziyên me,
Darek bê bêber e*.
Em bikirin,
Lê em ne bazarvan in!
Di bazaran de xafilin,
Lewma em kerî ne,
Mamo.
_______________________________________________
Hêlik: Gunik.
Du´a: Gazî.
Bêber: Stewr.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5068