Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê bi tundî qedexekirina karê Sazîya K24 li Rojavayê Kurdistanê þermezar dike.
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 ÓÈÊãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîþt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye aþkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê piþtî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên Saziya K24 daku karên xwe rawestînin bi devkî hatin e agahdarkirin, ji ber vê yekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir. 


Berdewamiya desthilatên Rêvebriya Xwecihî di astengkirina karê rojnamevanan de li Rojavayî Kurdistanê, tê wê wateyê ku lawazkirina ragihandina Kurdî ye, û bi taybet kenala navborî ku bi pêþeyî û bê alî karê xwe dikir, û nûçeyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji temaþevanên xwe re vediguhestin, her wiha bi wêrekîyeke bê hempa romala rewþa awarte ya li Efrîn, Minbic û Bagozê kiriye, û jiyana hin nûçegihanên xwe jî xistiye metirsî yê, lê tevî vê yekê jî, berdewambûn li ser bicihkirina kar û  erkên xwe yên ragihandinê, û bi rastî K24 bibû çavkaniyeke fermî ji ajansên nûçeyan  û alavên ragihandinê yên cîhanî re.
Rêveberiya Xwecihî, hîn berdewam e li ser astengkirina karê ragihandinê û karê rojnamegerîyê li Rojavayê Kurdistanê, û bi vê yekê jî, pirinsîbên azadiya karê rojanmegeriyê û pirisîbên demukartîyê binpê dike, û ev yek ne cara yekemîn e, ku nivisîngehên saziyên ragihandinên Kurdî digre, û rojnamevanên Kurd jî, ji welêt bi dûr dixîn e!  
Di heman demê de jî, Rêverberiya Xwecihî rêzê li zagon û rênimayên karê ragihandinê nagre, yên ku wê derkirin e, û bi rênimayên navdewletî yên azadiya ragihandin û rojnamegeriyê pêbend nabe, û bi kar û riftaran radibe, ne di xizmeta hêvî û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ne!
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê, tevî þermezarkirina qedexekirina karên Saziya Kurdistan 24, ji Rêveberiya Xwecihî daxwazdike ku ji vê biryarê þûnda vekêþ e û dev ji lidûvçûn û astengkirina karê rojnamevanan berde, hevxemiya xwe digel karmendên Saziya Kurdistan24, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Herêma Kurdistanê radighînin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê
02.09.2019








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5035