Nameyek ji Bejnê re!
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ÃÛÓØÓ 2019
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veþartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..?! Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû..?! Gul û kulîlkên te di biharên min de geþ nedibûn..?! û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!
  Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek tirs û xemgîniya ku di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi dîtina te re, naskirina te re þahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dil de vebûn..


  Dêmê te yê þêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiþtin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê di warê min de bibiþkivin, geþ bibin, bikenin û min li zaroktiyê vegerînin..
  Ev te çi kiriye Bejnê?! Ez yê ku di nav kul, derd û xemgîniya welat û bajarê xwe de milevaniyê dikim.. Di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji niþkave rastî dêmê te yê þêrîn hatim, min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir û pê bi pê bi dûv þopa te de kulkulîm.. Bêje! Kîjan qederê tu aniye pêþiya min?!
  Bejnê! Çekên min nînin, ji gotinê pêve ku, pê þerê qederê bikim.. Qet rojekê ji rojan jî, min hez çekên þer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li þer, kujeran û xwînê dibarînim.. Û çendî bi min xweþ e Bejnê ku welatê min, bajarê mim û welatiyên mimn di aramî û tenahiyê de bijîn..
  Bejnê! Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamiþlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..
  Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamiþlo pîvane..! Kevirek di wan de nîna ku min nas nake..! Di ger û geþta xwe de pêrgî gelek dêmên spahî hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman, ez nehjandime, wek ku dêmê te û bajarê min Qamiþlo, ez hejandime..
Konê Reþ, Qamiþlo 05/08/2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5023