Bi wêne saxkirina bîranîna koça dawî ya mîr Celadet
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 íæáíæ 2019
Mijar: Nûçe



 Idrîs Hiso – Gewîlan

Roja 15.07.2019 bi boneya 68 emîn slavegera koça dawî ya mîrê çand û  kurmanciya nûjen mîr Celdata Alî Bedirxan simînarek li kampa Gewîlan ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê hat sazkirin.
Simînara ku bi sernavê Þoreþa Ku mîr Celadet Agirê wê Dadabû berdewame li Sentera Rewþen Bedirxan a Rewþenbîrî û Civakî bi amdebûna keça mîr Celdaet, mîrzada Sînemxan Bedirxan û hejmarekê ji xelkên kampê û nûnerên sazî û dezgehên hikûmî û rêxistinên nehikûmî ji aliyê birêvebirê Sentera Rewþen Bedirxan Idrîs Hiso ve hat pêþkêþ kirin.


Di simînarê de ji bilî behsa jiyan û xebata mîr Celdaet, behsa piroje û þoreþa wî ya çandî hat kirin.
Herwiha hat diyarkiein ku pirojeya mîr celadet ew bû ku kesayetiya kurd li ser bingehî zanist û çandê were avakirin û bi zimanê dayikê da ku pilan û pîlanên  dewletên dagîrker ji Kurdistanê re werin pûçkirin û neteweya kurd bi riya zanist, çand û keltûra Kurdî û bi zimanê Kurdî sax û zindî bimîne.
Hiso ji aliyê xwe rexne li partiyên siyasî û dezgehên ragihandinê kir ji ber neguhdana wan ya pêwîst bi zimanê Kurdî û bi taybet Kurmancî.
Di çalakiyê de helbestên mîr ji aliyê her yek ji helbestvanan ve Hemdiya Mistê, Kemal Sîno û Þiyar Alyanî ve hatin xwendin.
Mîr Celdat Bedirxan xwediyê Elfebeya Latînî, Hawar, Rêziman Kurdî, Ferhenga Kurdî Kurdî, bi dehan berhemên din ên hêja ye, dibistneke bi serê xwe ye di wêje, ziman û çanda Kurdî de berdewame û dê berdewam bimîne.   

 

 

 

 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5016