Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya mihrecana siyamîn bi helkefta rojnemegeriya kurdî vejand
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Nûçe



 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, roja  yekþemê 21.04.2019 an, siyemîn mihrecan bi helkefta  salvegera 121 ê ya roja Rojnamegeriya Kurdî li hola Zana li bajarê Qamiþlo lidar xist, ji bo pîrozkirina weþandin û çapkirina yekemîn rojnameya kurdî "Rojnameya Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, sala 1898 an li Misrê hatibû weþandin û li kurdistanê dihat belavkirin.
 Mihrecan bi amadebûna hejmareke mezin ji rewþenbîr, rojnamevan, nivîskar û nûnerên tevgera siyasî li Kurdistana Sûriya lidar ket, û piþtî xuleyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û taybet Mîr Miqdad Midhet Bedirxan.


mamoste Muhemed Ebdê bixêrhatina amadebûyan kir û piþt re mamoste Heybet Me`mo peyva Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêþkêþ kir û di destpêkê de roja Rojnamegeriya Kurdî li tevaya miletê Kurd pîroz kir, û paþî pêdeçûneke dîrokî li ser rojnamegeriya kurdî û bi taybetî li ser rojnameya kurdistan pêþkêþ kir.
 Herwisa bi vê helkeftê ji aliyê hunermend û helbestvan Fewaz Hisên Elî ve çend stranên folklorî hatin pêþkêþ kirin, û çend helbest ji aliyê herdu helbestvanan Yûnis Hemê û Dildarê Aþtî ve hatin pêþkêþ kirin.
Herwisa bi vê helkefta pîroz, panêleke diyalogê li ser rojnamegeriya kurdî bi pêþkêþkeriya Mamoste Muhemed Ebdê û beþdariya rojnamevan Ehmed Bavê Alan li ser navê rojnameya (Bûyer), mamoste Hesen Remzî li ser navê Rojnameya (Kurdistan), Mihemed Husên rojnamevan û masterê ragihandinê, mamoste Ebdulrehman Mihemed li ser navê rojnameya "Ronahî", nivîskar Nayif Çibîro nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û nivîskar Ebdulhekîm Ehmed Muhemed endamê komîta çapkirinê û desteya nivîseriya kovara "Pênûsa Azad" ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
 Di panêlê de ev xalên jêrîn hatin gengeþekirin:
 1- kurtiyek li ser dîroka her rojnameyekê yan jî her kovareke kaxezî, hejmara wan û pirojeyên wan yên ji bo paþerojê.
 2 - Girîngiya rojnamegeriyê û rola wê di civakê de:
 A- erkên rojnamevan.
B - rola rojnamevan di gihandina nûçeyan de.
 3 – Bandora  mediya civakî li civakê: Facebook, Twitter, YouTube, ...
4 - Mekanîzmên pêwîst ji bo pêþvebirina rojnamegeriya kurdî ji çapemeniyeke xwecihî ber bi rojnamegeriyeke herêmî û global.
5 - peyva dawîn ya beþdarên diyalogê.
Mihrecan bi xelatkirina peyamnêr û nûçegihanê kanala (Rûdaw tv) Ferhad Hemo, yê ku heta niha çarenivîsa wî ne diyar e, her ji dema hatî revandin bi destê çeteyên terorîst di dema radibû bi karê xwe bi romalîn û þopandina rastiyê, bidawî hat, û ji aliyê malbata wî ve xelat hat wergirtin, weke rêzgirtinek ji hêla Yekîtiyê, û paþî bi ahingekeke xweþ ji aliyê hunermend Fewaz ve, bi çend stranên qeþeng û bedew mihrecan bidawî hat.
 Em weke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, pîrozbahiyê li tevaya gelê kurd dikin û hêviya pêþketin, serkeftin û peyvek azad û ji bo rojnamegerî û rojnamevanên kurd dixwazin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Qamiþlo 22.04.2019

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4977