Di 121 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kovara Gelawêj
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

  Bi helkeftina derbasbûna 121 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2019an de destpê dike, bi min xweþ e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
 Kovara Gelawêj:
  Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin þîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya Demokratî Kurdî (Alpartî) ye.


 Ji destpêkê ve serkêþên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paþiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweþandin, hatiye girtin. Hejmara pêþîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20x32) bû.
  Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weþandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kiþandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye... Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weþandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..
 Konê Reþ, Qamiþlo, 08.04.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4970