Hîna li cihê xwe ye
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Helbest



Mehmûd Badilî

Hîna li cihê xwe ye
ew darika miradan
û rê jî hîna di ber re dere 
Ew terîþê sor yêku me bi hev re 


bi þaxekê ve girêda 
hîna li ber bayê li badibe 
bi rêbiwaran re dikene
dilê kesên bê hêvî direvîne 
û evîndarên dilmayî gurêxî raperînê dike
Hîna ew terîþ ne riziya ye
û hîna li ser wê xwêdana destên me tere 
Li hêlek darê zeviyek genime 
Li hêla din zevîyek pembo ye
Li wê toprexê erdekî bor heye
çend kevirên sêwê di rengê gorekê de 
û gulek sor î tenha weku bi xwîna sîperekî tê avdan tim bêhna wê lidare
Hîna dara me ya miradan li cihê xwe ye
û bi xwestekan xemilandiye
Hîna em pala xwe didin qurmê wê
û xwe bi siya wê dinixumînin
û giyanê wî sîperê evîndar
li ser me difire.

27.03.19







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4968