Waneya herî mezin ji rêkeftina 11 Adarê
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso
 
Di 49 emîn salvegera rêkeftina 11 Adarê ku tê de gelê kurdistanê bi serokatiya nemir Barzanî mafê otonomî bidestxist û hikûmeta Iraqê wê demê dan bi mafê gelê kurd da ku ew jî neteweya serke ye li gel ereban di Iraqê de û Iraq wek welat ji du neteweyan pêktê ligel dan bi mafê hemû netewe û pêkhateyên din.
Girîngiya vê rêkeftinê di wê yekê de ye ku bi fermî dan bi mafê gelê kurd û hebûna wî wek netewe û cografî li ser xaka xwe da, dan bi hebûna kurdistanê da, ku bê îradeya kurdan û ji ber berjewendiyên zilhêzên cihanê wê demê bû beşek ji Iraqê.


Xala nerênî di vê rêkeftinê de ew bû ku gelek deverên kurdistanî li xwe negirt ji wan Kerkûk û Şingal û deverên wek Xaniqîn, ew deverên ku niha ji wan re tê gotin deverên ji Kurdistanê hatine dabirîn an jî deverên nakokî li ser.
Lê amajeyek hebû ku divê li van deveran serjimarî were kirin û piştre biryar li ser wan deveran were dan, ka wê beşek bin ji kurdistanê –Herêma otonom- an na.
Lê mixabin berî ku xalên rêkeftinê biserî bibin rêkeftin bi xwe hat rûxandin û hikûmeta Iraqê dest bi ferzkirina desthilata xwe li Kurdistanê kir.
Piştre û bi rêkeftina di navbera Iraq û Îran de di sala 1975an de dawî bi mafê otonomî ji bo kurdistanê hat û şoreşa kurdistanê careke din hat beravêtin û hikûmeta navendî careke din destê xwe bi temamî danî ser kurdistanê.
Yek ji xalên ku nehişt ev rêkeftin ber bigre, kêşeya Kerkûkê bû ku rêjîma Iraqê û ji ber petrola li wê parêzgehê ne dixwest wê radestî kurdan bike û dan bi kurdistaniya wê bike, herwiha her yek ji Tirkiyê û Iraqê piştevaniya Turkimanan dikir jibo rê li ber armancên rewa yên gelê kurdistanê di Kerkûkê de bigre.
Piştî derbasbûna nêzîkî nîv çerxekî hîna jî heman kêşe li ser Kerkûk, Şingal, Celewla û Xaniqînê berdewam e û hikûmetên Iraqî berdewam dan bi kurdistaniya Kerkûkê nadin.
Lê tiştekî din diyar e wek tîrêjên tavê ku vîna gelê Kurdistanê bi top û tangan naşikê, çinku kurd li ser doza xwe berdewam in û dê mafên xwe bidest bixin.
Doza ku gelê wê li ser rêbaza Baraznî yê nemir xebata xwe dike ji bo bidestxistina Azadiyê dê nemire û dê ber bigre û hikûmetên ku dixwestin vîna gelê kurd bişkînin û rewt û rebaza Barzanî di nav gel de tine bikin, bi êrîş, derbederkirin, talan kirin û dagîrkirin hemû çûn zibilxaneya dîrokê bi tenî Barzanî û Barzaniyet berdewam e, û serkeftin li pey serkeftinê tomar dike, dibe ku ev waneya herî mezine ku mirov sûdê jê werbgire di bîranîna rêkeftina 11 Adarê de.
10.03.2019
Rojnameya Kurdistan – hejmar 145- 15.03.2019






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4957