Stûnek ji stûnên navend yê Kon ê huner ê kurdî ( Mihmed Þêxo ).
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe



 Nizar Yosif

Mihmed Þêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewþa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve, dest bi reþandina bihndan a afirandinan kir, bi þîrovekirina kul û êþên gelê xwe ve mijûl bû. Hunermed ê guhêz ter, zû bi zayîna wan nexweþiyan serwext bû, dît hemî ji maka birîndar û xopan û talan bûyî der tên, jêdera van pirsgirêkan, ji wêraniya welatê wî kurdistanê ne. Hunermend ê hêja birh da vî beþê giring ji jiyan a herduyan ( Gel û Welat ) û bi hemî hêza xwe, û bihtirî taqeta xwe, di ber de pêkolîn û bizav xerc kirin.


Peyam a xwe naskir, weko hunermendek bi peyan, xwe dît berpirsyar di ber doza gelê xwe de. Dev ji mal û sermeyanên dinyê, û xweþî û pêketên dilan berda, hemî heyîn û afirandinên xwe, kirin weko  pirek ya qurbaniyê, da ku bar û piþtiyên derd û kulan, û bindestiyê bi ser re derbas bike, û bi þêwazên hunerî rengîn bigihêne guhên bargiranan û dil û hiþên wan pê bi nermijîne. Mihmed Þêxo bû stûnek yê navend di bin konê huner ê kurdî de.   
Cudabûna wî, ji gelek hunermendên wê serdemê ev yeke bû, kesayetiya xwe ya hunerî, di derbirîna huner ê netewî de birî, û kire bin wî barî de. Awaz û gotinên hilbijartî, yên ku pê bi kare, evî erkî hilbide û guhdaran têxe bin bandora xwe, bi hev re berên xwe ji dozê ne guherin, û pê re bijîn.
Bi bîr û baweriyan, bi qera´et û dengê xwe yê qebe, tijî hest, þiya di bihîstin ên xelkê xwe de, di nava nifþên nûjen de jî, cihek taybet û xweser, ji xwe re veqetîne û bigire, bûye weko sazimanek yan jî nûnerek ye vê hunerê.  Bi þêwaz û keda wî ya taybet, û bi alîkariya gelek helbestvan û hunermendên wê serdemê, bi þarezayî ji xwe re steilek xweser hilbijart û veqetand û þopand. M.Þêxo bûye dibistanek yê huner ê netewî, hemî gav û çaxan de mirov bi berhemên wî di nermije, û birînan di kewîne.
Zehmetkêþiyên di lorandin û harmoniyên wî de, û di meqaman de, hostayek jêhatiye, di lihevsuwarkirin û avakirina tevna hunerî de. Em di karin bêjin, bûye weke þêwekarekî ji vê demê re, jiyana karwanên koçberan, weke tablûyekî li ber çavan datîne, pê re giriyan dike. Piþtî van çend kambaxên li rista kambaxiyên bi serên gelê me de hatin, û tên, û bihtir bûyîn, belavbûna xelkê li hawîrdorê cîhanê, bêrîkirin û hizreta welêt û mal û milkên wan, warê bîranîn û bûyeran, pêdiviya koçberan bihtir bi vî dengî û vî þêwazên stiranan heye. Bihtir janên birînên xelkê li xerîbiyê pê derman dibin, ji aliyekî þûncihên bab û babpîran li bîra wan tîne, ji rexek din ve hestên xemgîniyê û kiraran, bi dilovanî ser wan de ber dide.
Belê xwedanê huner ê saxlem û nemir bab ê Felek.   

 
Ev wêne min di sal 2003ê de çêkir ye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4948