AGIRÊ VEJÎNÊ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÝÈÑÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Xizan Șîlan

keda xwêdana eniya
kedkaran
êþa kul û birînên nehatî
kewandin


sebira pelweþiyayî
kaniya bêrîkirinên
miçiqî
bêxewiya þevistanên
dilteng
xewnên miþext bûyîn
dê bibin agirê roja vejînê
xemgîniyên rojên stewr
çirûskên stêrka asîmana
xemkêþ
berfînên quntara çiyayên
stûxwar
xilmaþiya tava serê sibehê
dê bibin agirê roja vejînê
xwîna ji çavên dayikan
diniqutin
hêviya salên derengmayî
tovên gulgenimên
hiþk bûyînî
wêneyên albûma bîranînên
rengmirî
dê bibin agirê roja vejînê
dîwarê hestên herifî
keþtiya wijdanên
serûbin bûyî
temenê
li nav bagera keservedanan
bihûrî
giyanên bedenên li ber sermayê
dicirifin
dê bibin agirê roja vejînê
mêjiyê li nav toza gumanan
kelkela eþqa di nava min de
sar bûyî
îskeîska gewriya zarokên
tî û birçî
qêrîn û hawara malbatên
ji cîhwarên xwe dûrketî
bextewariya stûnqeliþî
þadiyên li quncikên tenha
sêwî mayîn
têlên tembûra dengxweþ
dê bibin agirê roja vejînê
reþewrên bi hêrs mirinê
dibarînin
hesreta li xerîbistana xopan
dinale
bejna keç û bûkên bi reþgirêdanê
hatî pêçandin
kêlên goristana cangoriyên
nemir
kelemçeya zendê ramanên
qedexe
sêdarên heyama pûþt
þîretên Mîrê mîran
ên serî netewandî
dê bibin agirê roja vejînê

2019-01-09
Stockholm







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4940