Avzya nivskar helbestvan hja seyda Can Kurd di herike.
Drok: 21 2019
Mijar: Ne



Nizar Yosif

Diyariya nivîskar û helbestvan seyda Can Kurd ji me re andî,diyariyek hêja û bê hempa ye, guvaa he û cefaya lêkolîn û lêveger û westandin ên wî ye. Pirtûka Gilgamê û Mîr ê dest zêrîn( Xan ê lep zêrîn) û Gulyar.
Wî ji xwendina kambaxiyên bi serên gelê kurd û kurdistanê de hatin, û derbasbûyîn, û hîn jî dubare dibin, ji mêrxasiyê,ber xwe danê,xiyanetê, qehremanî û dilêriyê, bê tifaqiyê, bê mefaya ji serpêhatiyên wan bûyeran,li ber çavan re, di van berhemên xwe de derbas dike.


Gilgamê:
Bizava mamhoste Can Kurd di çîroka Gilgamê de, weko her çîrokbêjên koçk û dîwanên kurdan , cihê sihbet û mijûlaya ,evbuhêrk û êvînan, weko pîrejinên ku zarok û neviyan bi be re xew ve di be, bi gotina ( çi hebû çi tine bû) dest pê dike.
Bi derbirîna hostayek wêjeyî, dadikeve nava çep û çolên destanek dîrokî, û kunc û tariyên wê de.
Me li hewêletên Someriyan ( somêra)di gerîne, bi taybet li bajar ê Urûk, di koçka padîah Enmêkar ê bi hêz û zor, xwelêgirê miextên cor bi cor, cihê bûyer û dubareyan.
Teracîdiya zayînê û destpêçka tifalê ji burca bilind hatî avêtin,û paê bûyî lehing ( Gilgamê).Pencên Baz çawa wî ji nava lepên mirinê direvîn in,û rizgar dikin. Hêza Gilgamê xurt û bi ewl bî, di xwest welatê xwe bi tevgêrekî ava bike. Bi îreta Uranav, li dûv giyayê çandewariyê geriya, di çemê ava în de , da ku jiyana nûh û nûciwaniyê, li cîhanê bi dewimîne. Ma gelo civata Maran ew derfet danê ? Belê xwedayê bexende merc jêre afirandin.
Gilgamê û bajarê Urûk ji pênchezar sal ve, bûne roniya rojhilata navîn, û sermeya û milkê dîrokê.


Mîr dest Zêrîn( Xan ê lep Zêrîn)
Bê guman weke seyda Can Kurd jî di de xuya kirin û di bêje,ev romana wî ji efsaneyên di pirtûka Mîr eref Xan ê Bedlîsî de hatî ye(erefname ).Û ji destan a helbestî ya kurdî (Xan ê lep Zêrîn)ya herdu rojhilatnasan( Oyxên Brîm,û Albert Sosin) di sala 1887an de li Rosiya yê ( Pitrsborg ê) hatî weandin,wergiortiye. Wî ji gelek jêder ên din jî ronî standiye,weko helbestvanê kevnar Feqyê Teyran( 1549-1641), û ji çavkaniya nivîskarê kurd ê Sovyêtê yê bi nav û deng Ereb ê emo(1897-1978) romana wî ( Keleha Dimdim) jî peyalek mey vexwariye.
Xan ê lep Zêrîn û keleha xwe Kelha Dimdim ê bûne du roniyên ge, û du meyxaneyên mey xwe, ji gelek nivîskar û helbestvan û lêgervan û hunermendên wêjeya gelêrî re. Mijarên zindî ne di mêjûya kurdî de, kelbûnê didin netew perweriyê.  
Bûyerên wê ji ber xwe danê,û xiyanetê, û gorîdanê, û pêdiviya hevgirtinê, di hemî deman de di bin, û bi serên kurdan de tên. Mîr ê dest Zêrîn nimûne yê hezkirinê ye ji ax û sirût û gelê xwe re, dildar û fedekar û mêrxase di ber wan de.iya ye têkeve nava hest û hi û dil ên hemî kesên pê bihîstîn de.
Belê roman dewlemende, bi pûnijandin û xeyalên nivîskarê xwe bi hostayî hatiye derbirîn.
Seyda Can Kurd li gorî xwe û jêderan, bizav û pêkolînên lehingên romanê vehonandine, di meydanên rûdanan de gerandine.   

Pirtûk a Gulyar li ser efsaneya kurdiye ( Sê gul û sê bira ye).
Hêjayî gotinê ye ev hersê pirtûk bi alîkariya hezkiryê ziman û çanda kurdî Dr. Bear Mustefa hatine çapkirin,Spasdarin Dr.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4939