Dr. Nredn Zaza roka Cejna Newroz Di Nav Kurdn Rojava De
Drok: 11 2019
Mijar: Ne



Konê Re

  Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera ev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê ev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi ûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
  Li gor ku ez serwextî tevger û rewa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêwaziya Cejna Newrozê kiriye.


Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir.. Pitî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956’an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbepiyê maye, paê çûye amê.
  Li amê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paa, Ekrm Beg Cemîl Paa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewen xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji kurdên amê û qutabiyên ku wê hingê li amê dixwendin.. Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û ahî pêwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xwe bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li amêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, pitî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
  Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veartî bû.. Vê paiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
  Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di iyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê, di nav kurdên amê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim pitî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin. Anku bêtir biryar ya Dr. Nûredîn Zaza bû..
  Lê di sala 1986`an de, dema ku kurdên amê divîbûn derkevin dervî amê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kutin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêwazî dikin.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4934