Li derdora kongireya sźhem ya Hevgirtina Rewženbīrźn Rojavayź Kurdistan
Dīrok: ĒįĆĶĻ 06 ćĒķę 2007
Mijar: gotar



Elî Cefer

 Hevgirtina rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê Kongireya xwe sêyemîn di sîbera navê Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd de  ji 28 - 30 Nîsanê li bajarê Göteborg – Swêd - li dar xist.


Kongire bi kêlîlkek bêdeng û bi sirûda neteweyî „ Ey Reqîb „ hat vekirin, pêre xêrhatina mêvan û endamên " Hevgirtinê " hat kirin.
Gotina pêžin di kongirê de, ya kurê pakrewanê gelê Kurd M. M. Xeznewî, Muržid Xeznewî bû. Di pê re helbestvan û nivîskar Hoženg Biroka, wek bawermendekî ola kurdî, ya kevnare, " Êzîdatî " gotinek got. Gotinên herdu birêzan, tevî ku di rastiya xwe de ji aliyê " Hevgirtinê " de ne pilankirî bûn, di yek çokê de gihan hev, ew jî, parastina peyva kurdî bûn. Çimkî  baweriyên olî, çi bawerî dibe bila bibe, taybetîyeke di navbera mirovî û xudayê wî de heye, lê kurdayetî û mirovatî hemî mirovan digîne hev.    
Helbestvana hêja Selwa Gulê jî, gotina PEN Kurd ya navnetewî xwend. S. Gulê pižtgiriya PEN a kurd ji hemî cure çalakiyên rewženbîrî, nemaze ji çalakiyên H. R. R. K re  anî ziman û got; ku PEN a Kurd bi çavekî bilind kar û bizavên weha dirinxîne. herweha jî hunermenda deng xwež Evîna Welat, gotina: „ Saziya Çand û Hunerê li Bažûrê - Rojavayî Kurdistanê „ xwend. Hunermedê žêwekar Mehmûd Hiso jî, kurte peyvek bi navê hunermendên žêwekar yên Kurd got.
Ji bilî guhdarkirina gotinên ku me li jor bi nav kirine, pirtirî ( 45 ) birûsk û pîrozname, ji gelek dezgeh, partî, wežan, ronakbîr, rewženbîr û kesayetiyên Kurd gihan kongirê, ew tev hatin bi lêv kirin û herweha di malpera hevgirtinê de ( Rojava. net ) hatine wežandin. 
Bi kurtî gotineke gižtî, di rojeva kongirê de, gelek mijar û babet hatin gengêžîkirin, ji bilî xwendina sê raporan ji lay komîta kevin de, ( Xwendina rapora komîta kargêr, rapora mewdanî û rapora komîta ragihandinê, nirxandinek gižtî ji kar û barê H. R. R. K. re çêbû, û hinek guhertin ketin rêbazê, herweha guhertinek biçûk ket navê saziyê, û nav weha hat çespandin: „ Hevgirtina Rewženbîn Rojavayî Kurdistanê „.
Li dawiyê kongirê, komîtek gižtî ji 9 kesan hat hilbijartin, û ewê komîtê li xwe girt ku hemî kurt û kêmasiyên heyî hewl bidin çareser bikin. Herweha komîta nû civîna xwe girê da, û ji nav xwe rêzdar Selîm Biçûk wek serokê vê saziyê ta kongirê bê destnîžan kir.
Cihê kêfxwežî û balkêžiyê bû, ku roja dawiyê ya kongirê, ževeke hunerî ku herçar hunermendên kurd; Zubêr Salih, Xalid Sofî, Evîna welat û Hevraz bi deng û awazên xwež beždarên kongirê û birek malbatên Kurd yên li  wir beždar bûn, kêfxwež kirin. Herweha herdu nivîskar Hoženg Biroka û Hoženg Osî ji lay " Hevgirtinê " ve hat xelat kirin, ji ber ku  ev herdu berêzan di malpera Hevgirtinê ( Rojava. net ) de çalak bûne.
Hêjayî gotinê ye, ku kenalê ezmanî „ Roj TV „ hersê rojên kongirê žopandin û wek rêbotacek wežand, herweha bi vê boneyê  serokê H. R. R. K. Selîm Biçûk di 3. 5. 07 an de, vexwend programa „ Raste rast „ amadebûn û žopandin wan cihê dilxwežî û spasiya " Hevgirtinê " de bû.   
Divê em bal bikžînin ser wê yekê jî; ku endamê H. R. R. K. Mizgîn Gemo jî, hemî lêçûna kongirê; ji xwarin, vexwarin û cihê razanê li xwe girti bû, ev jî, ji beždarên kongirê re cihê spasiyê û destxwežiyê bû.  
Li dawiyê, wek beždarekî li vê kongirê, çend xalan bala min kižand, ew jî, ev bûn: 1- Dûrketina gelek nivîskar û rewženbîrên xudî pênûsên rastgo û çalak ji Hevgirtinê.  2- Herweha hejmareke ne hindikin ji rewženbîran xwe ji saziyê  sarkirine.   3- Jarbûna têkiliyê xurt bi nivîskar û rewženbîrên Rojavayê welat re.  4- Dîsan tunebûna têkiliyan bi sazî û dezgehên Kurdistanî, ji bilî li va dawiyê bi „ Yekîtiya Nivîskarên Bažûrî Kurdistanê – liqê Dihukê re.   5- Ta niha Hevgirtinê nikariye têkiliyan bi sazî û dezgehên çandî û hunerî yên ewropî re girê de. 
Lê tevî van kêmasiyên me li jor bi navkirine û hinin dîtir, em ne hevalê wê yekê ne, ku hin ronakbîrên me xwe ji Hevgirtinê bi dûrxînin, çimkî hebûna va saziyê ji bo parastin û pêževebirina, herweha bilindkirina peyva kurdî zor girîng e û eger çi têbîn, an rexneyên kê ji birêzan hebin, dikare di hundir saziyê de bênin ziman. Xasma em rewža xwe baž dizanin ku; çareserkirina kêmasiyan ji hundir ve sûdartir e. 
4. 5. 07
 

 






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=493