Ev pirtûk ne roman e
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 25 íäÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Qado Şêrîn

Xwendin nebe kes naçe pêş
Peyda dibin pir derd û êş
(Cigerxwîn)

Pirtûk ji bo xwendinê tên nivîsandin û çap kirin, û ya ji xwendinê pêwisttir û berî nivîsandinê ew e ku nivîskar zanibe çi dinivîse. Xala din, nivîskar ne ji kesê xwe re, ji tevaya gel re dinivîse, belê berhemên xwe çap dike û belav dike, ji her kes bixwîne, êdî ji mafê her kesî ye rexne bike, çimkî dibe samanê gel, xwendevan û rexnevanan. Û ji erkê nivîskar e rexneyên xelkê û xwendevanan bipejirîne, yana û ya baş nenivîse û mafê xwendinê nede wan. Nivîskarê rexneyê nepejirîne, bêdengiya wî/ê pîroztire ji xirecira nivîsandin û çap kirina pirtûkan.


Mixabin ta niha rexneya wêjeyî di asta xwe ya blind de peyda nebûye. Rexne ne di asta wêjeya kurdî ya ast-baş de ye, roman baş tê nivîsandin, helbest wisa, çîrok û şano tên nivîsandin, lê rexne hema hema tune, ji ber wê wêjeya kurdî di asta xwe de dimîne, û yan jî bi gavin fedyok bipêş ve diçe. Ev yek jî dihêle wêje bi giştî li paş bimîne, û bi wêjeya cîhanî re bi pêş ve neçe û neyê nasîn û wergerandin ji bo zimanên din.


Min pirtûka HAWARINE KURD ya nivîskara hêja Vejîna Kurd, bi balkêşî xwend, xala sereke ya ku ez matmayî hiştim, ziman, gotin û hevokên wê yên rihet û hesan in. Şêweyê nivîsandina wê balkêş e, tije wêne û hevokên xweşik e, mirov bi xwendinê ve tê girêdan û naxwaze raweste, wek helbestek nazik û xweşike.
Şêwe û hevokên pirtûkê dişibin helbestan, jixwe helbesteke baş û dirêj di pirtûkê de heye.

Ne hemû hewldanên nivîsandina romanê, dikarin bi ser bikevin, ev yek li ser pirtûkê û Vejîna Kurd dikare bê gotin, ango ziman û hevok û şêweyê nivîsandinê tişteke, û ka roman e yan na tiştekî din e. Bi wateyek din û bi kurtî: ne her tiştê bi kurdî û bi zimanekî baş bê nivîsandin, berhemek baş yan jî roman e.

Ne her çîroka dirêj, dikare bibe roman, diyar e hin nivîskar şert û mercên romanê nizanin. Wek nimûne Qapûtê Gogol 60 Rûpel e, “Guhertin“(The Metamorphosis) yan jî “Die Verwandlung” ya Kafka 42 rûpel e.  “اîroka Mirina Ragihandî” (Chronicle of a Death Foretold) ya Markîz 122 rûpel e. “Ketin” (De Val) ya Albêrt Kamo 143 rûpel e. “Pîremêr û Derya”(The Old Man and the Sea) ya Hemingiway 127 rûpel e. Dêmek dirêjbûn û kinbûn ne pîvan e ji romanê re, belkû dikare kurt be, lê dem, buyer, vebêjî, cih, kesayetî, livandina kesan, leheng, şêwe û tevna pirtûkê, dihêlin  ew berhem roman be yan na.

Pirtûka Vejîn di demeke kurt de hatiye nivîsandin, jixwe dema naveroka çîrokê 58 roj in. Em dizanin êrîşa dewleta Turk di 20/01/2018an de li ser Efrînê destpê kir, û di 18/03/2018an de bi dawî hat û Efrîn hate dagîr kirin. Pirtûk di Cotmeha eynî salê de li Europa giha destê min, dêmek di wextek teng de hatiye nivîsandin û çap û belav kirin. Nivîskarê xwestiye mîna kurtefilmekî helbestiyane bûyerê biparêze û mîna erkekî xwe bîne cih. Di cengan de nivîskar dibe leşker û bi tivingê şer dike, Vejîn jî ew yek kiriye û bi nivîsandina pirtûkê xwe li beramberî şervanan daniye û wek ku ji wan re bêje: binerin ez jî li gel we şer dikim, lê bi şêweyekî din. Bêtir pirtûk ji bo mijara qehremaniya şervanan û helwesta nivîskarê li dijî êrîşa Turkiyeyê hatiye nivîsandin, mîna gotareke siyasî ye, belkû raporteke siyasî ye, bêku guh li huneriya bûyerê ji bo pirtûkê bide, mebest wek raport yan nûçe û şiroveyên hin bûyeran e. Ji min ve ew tecrubeya pêşî ye ku Vejîn dinivîse. Ta bi evîna Barîn û Omîd jî ji bo helwestek siyasî tê bi kar anîn, lê naxîne qalibê hunerî û şêweyê nivîsandina çîrokê.

Pirtûk tije hest in, hevok dişibin helbestan, lê nikarim navê romanê lê bikim. Ez nikarim pirtûkê wek roman qebûl bikim, jixwe pîvanên romanan di pirtûkê de peyda nabin, belkû bêtir çîrok e, çîrokek dirêj, ji ber gelek eger û şert û mercan, wek ku me li jor hin ji şert û merc destnîşan kirin.

Çîrok li ser qehremaniya şervanan li dijî hovîtiya dewleta tirk a faşist di 58 rojan de hatiye nivîsandin, her wiha êş û azarên xelkên penaber û xizmetguzariya ku Barîn wek lehenga çîrokê pêşkêşî xelkê dike. Di çîrokê de evîneke kilasîkî jî di navbera Barîn û Omîdê şervan de rû dide, lê ta bi wê evînê dişibe siloganan, sar û bê giyan e.

Di wan 58 rojan de gelek bûyerên din jî qewimîn, lê nivîskara pirtûkê bi qestî qala wan nake, û di dûv re bê çi hat serê nişteciyên Efrînê û penaberan. Bi hezarên pirtûkan dikarin li ser lehengiya şervanan bên nivîsandin, lê ev pirtûk, na.
Nivîskara pirtûkê wek vebijêr hin şaşiyên mezin dike, nimûne: nabe nivîskar helwest û axaftinan bibêje, wê baştir ba ku eynî helwest û axaftinan li ser zimanê kesayetiyên çîrokê bigota. Nabe nivîskar li ser zimanê xwe, bêku diyar bike li ser zimanê kîjan kesayetiyê diaxive, helwest, gotar û xeberan bêje.
Bi texmîna min, ku Vejîn helbestek dirêj, gelekî dirêj binivîsanda, wê bêtir serkeftin bi dest bixista. Dîsa jî karînên wê hene ku ji nû ve helbesta Efrînê binivîse, emê jî li bende bin.
25.01.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4924