‘’Leqat’’ Mêrxasiya Pênûsê
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 íäÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Ezîz Xemcivîn

Nivîsandin Helwest e, eger em bi hûrbînî lê binerin Nivîsandin Çekekî bêdeng e, lê pir bi Hêz e… Hêza Pênûsê ya ko bêteqîn dikare Çiyayan bihejîne…
Rasterast dê Dergehê Babetê vekim û têkevim nava Jiyana Têkoþeriyê, bi her Peyvê re bipeyivim û bi her Helwestê re Dengê Pênûsê liba bikim…

Hesê Karazî mêrxasekî Kurd e, di Þoreþa Þêx Seîd Efendî de ligel gelek qehremanên hêja beþdar bûye… Piþtî têkçûna Þoreþê û jihevbelavbûna Lekên wê û yên dikarîbûn xwe bidine serhev û li Warê xwe vegeriyane, Tiracîdiya vegerê ya Koma Hesê Karazî tiþtekî gelekî balkêþ e, çimkî Birîndarek bi wan re heye ew jî Kurmamê Hesê ye û peyapey dikevin bin Milên wî û di tariya Þevan de dimeþin, lê ji ber Meþa mîna ya Kosiyê, Komên din di wan re derbas dibûn û digehan Cih û Warên xwe û ew her li paþ diman…


Di Rewþeke pir aloz de xwe digehînin Gundê Fedîlan, li wir Hesê Karazî û Koma xwe di Þikeftekê de xwe vediþêrin, piþtî wê Hesê ji Hevalên Komê re dibêje hûn herin ez nikarim dest ji Pismamê xwe berdim, Hevalên Komê didin Rê û Hesê bi Pismamê xwe re dimîne…

Hesê li ber Dilê Pismamê xwe dide lê Birîna Alî pir giran e, hêdî hêdî bi Nalîn û Kalînên dilþewat Alî Pismamê Hesê dimire… Hesê Karazî piþtî veþartina Pismamê xwe berê xwe dide Cihekî ko dûrî Cihê gumana piþtgiriya Þoreþa Þêx Seîd bûye û li wir avakirinê dike û Jinê tîne û dibe Hostakî zîrek û gelek Karên hûrbîn dike û bi serdikeve…
Roman êdî Berê xwe diguhere û Dest bi Çîroka Fatîmayê dike û hemû Movikên Tiracîdiya ko bi wê re çêbûne parve dike û bi Taybetî ew Tayê ko Çîroka wê bi ya Hesê Karazî ve girê dide… Çawa ko yê Terzî dixwaze dirûtina wî tund û xurt be, Nivîskarê ‘’Leqatê’’ Receb Dildar xwe wekû Terzîvanekî Peyv û Bûyer û Hestan dîtiye û xwestiye Zimanê Pênûsa wî geh bi dilêþî û geh bi dilþadî Dilê Xwendevan nikil bike…
Di pey re ‘’ Eyþoya Hewrî‘’ jî Tûrê Derd û Kovanên xwe li ber Xwendevanan dirêje, çawa Nervînê ew û Hesê gihandine hev, çi sedem bûn ko bûye Jina dûyem ji Hesê Karazî re, ko ew li hêviya Xortekî spehî bû, her Kesê/î pesnê ciwanî û hêjabûna wî dida, ew jî Birayê Hesê Karazî Mihemedê Porsor bû, Porsor delaliyê ber Dilê Hesê bû, pir jê hez dikir ne tenê wek Bira lê dinerî, lê xwe li þûna Dê û Bavê wî didît… Nervînê ‘’Porsor’’ bi nexweþiyekê xist û zû ji Jiyanê bar kir… Piþtî Demekê û li gora kultûra Kurdan, Hesê xwest ko destgirtiya Birayê wî neçe ji kesekî din re, Mala Bavê Eyþo bi daxwaziya xwe agehdar kir û Eyþo ji xwe re anî…

Li ser Zimanê ‘’Eyþo’’ Receb Dildar Bobelata Jiyana hewîtiyê di Civaka Kurdî de þirove dike… Stema ko ji Destê Fata reþ -wek ko Eyþo wê bi nav dike- lê hatiye, ji lêdanê û heta bi peqandina Çavekî wê, lê wê çi bike Jineke bindest e, ne Mala Bavê dikarin têwerdanê bikin û ne Hesê berevaniya wê dike… Fatîma ya ko kurdunde ji hêrsa ko piþtî mirina Keça wê Meryemayê ya ji Hevjînê wê yê berî Hesê, êdî Zarok jê re çênebûne. Piþtî þûkirina Eyþo Zarokên Hesê çêbûn û Fatîma Navê Meryem li Keça hewiya xwe dike…
Di pey re Cemîlê Kurê Hesê Karazî jî Serbûrî û Çîroka xwe li ber Xwendevan radixîne, piþtî mirina Hesê berpirsiyariya Malê ket Hustê Kurê mezin Cemîl, hêj ne mezin bû wisa xwe dît û Dest bi pirkirina Pez û Dewaran kir, dixwest ji Bavê xwe bêtir bike lê ew bi xwe mikur tê ko min çi qasî kir ez negeham çarîkek ji kesayetiya Hesê Karazî yê ko pirkar û bi tevger bû…
Dildar di vir de jî diyar kiriye ko ew zanîna Hesê ne jixweber bû, lê di Dema Þoreþê de Hesê di valahiya Erkê xwe de alîkarê Bijîþkekî Ermenî bû, þervanên birîndar çareser dikirin, Diranê têkçûyî radikirin, yê Ermenî jî çawa dihate nav wan daxwaz dikir ko Hesê hevrêyê wî be, ji ber evê yekê Hesê bû pisporê gelek nexweþiyan…
Mijar digehê Jina Cemîl û çûna wan ya ber bi Bajêr ve hem destjêberdana Gund û firoþtina Pezî, ew bi xwe jî Bobelateke ko Cemîl di Jiyana Bajêr de noq dibe, lê nizane sobelanê di canbaziya Bajarvaniyan de bike… Cemîl rojane li Çarþiya Dewaran rastî Pehlewanên Bazarê tê û bi Fen û Dekên xwe Pereyan jê dibin, Roj bi Roj Cemîl bipaþ ve dikeve û Rewþa wî pir têk diçe…
Helîma Þêxê Eyþo Kevaniya Cemîl çend Çêlekan xwedî dike û dibe Þîrfiroþ, naxwaze Zarokên wê li Kolanan bimînin, xebatekê hêja dike… Paþî Zarok hino hino berê xwe ji Diyarbekirê didin Stanbûlê di pey re Dê û Bavê xwe jî dibin wir…
Di Romanê de Sê Xalên giring hene yek jê Welat e, ya din sûrbûna li ser Maf e û ya Sisêyan Kesayetiya Netewayetî, ji Hesê Karazî û liberxwedana wî, heta tu bigehêjî Nevîçirkan, Receb Dildar darê daxwaza Kurdistanê û Kêþeya Kurdî danexistiye û ne jî dadixîne.
Xwedan Helwest ji doza xwe danakeve, eger bi kêmtirîn karînên Xebatê jî karibe bike dê her dozdar bimîne…
‘’Leqat’’ ji Kurdan re aþkere dibêje Stanbûl û hemû Bajarên Tirkan ne Xaka we ye, hûn çi qas avakirinê li wan deveran bikin, hûn ji Xelkê re dikin, dibêje ne Bayê wir mîna yê Diyarbekirê ye, ne Av û ne Xak, dixwaze Kurdistanê bi Miletê xwe þêrîn bike… Dixwaze Zimanê Dayikê serdest be.
Li ser binpêkirina Mafê Miletan û çawa Tirkan bi nijadperestiya xwe qira Ermeniyan anîne, hewildanên tund dikin ko Kurdan jî her wisa bikin, lê bi awayine din dikin…
Li ser êþkenceya li Zindanan ya ko li Girtiyan bi giþtî û li yên Kurd bi taybetî dibe dipeyive…
Di nerîna min de ‘’Leqat’’ Gencîniyeke dagirtî Helwest in, ez Pesnê wê nadim, lê Pertûk bi xwe xwe dipesinîne…
Lê li hêla teknîkên nivîsîna Romanam  û Ziman û mercên Romanê têbîniyên min li ser hene, û min gelek xêzik di evê derbarê de jî di ber xwendina Romanê de nivîsîne…
Receb Dildar çi qas hewil daye girêdana Bûyer û Çîrokên Romanê bike, lê hûnandina wî her ya Çîrokan ne ya Romanan e, çimkî Pênûsa wî bi nivîsandina Çîrokan navdar e û xelatên Çîrokan jî standiye…
Lê ji hêla bûyeran û tevna çîrokên Romanê Dilê Mirov li rewanbêjiyê hênik dike…
Ev duyem Roman ji Nivîskarên Bakurê Kurdistanê bi hêz dixwînim, yek jê ‘’ Pilingê Serhedê‘’ ya nivîskar Eyûb Sînan e û ya dî‘’ Leqat‘’a Receb Dildar e…
07.01.2019








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4917