Mr Dr. Kamran Bedirxan (Ma ne wilo ye?)
Drok: 03 2018
Mijar: Ne



Konê Re

  Bi min xwe e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (03.12.2018), 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xwe e ku em di vê rojê de, li hin îret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943`an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweand, girtiye, pêkêî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.
 Konê Re, Qamilo, 03.12.2018


Fermo bixwînin:
 "Ma ne wilo ye?.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kiîne...
 Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û gotê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî titekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hiyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
 Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîan û erpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê".
 Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan
 Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hêjî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hêjî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.
 Konê Re







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4898