Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ÃßÊæÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eþîra Bûbilana bû lê ji gelek eþîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne, ji Bedlîsê, Wanê, Baþqela, Mûþê û Titwanê ne.. Kurdên resen bûn, xizan û belengaz bûn, jiyana xwe di hejarî û rebeniyê de derbas dikirin..


  Ew malên Mehciran xwe bi xwe li hev dibaniyan, pirsa halê hev dikirin, ji hev re behsa welatê xwe dikirin, pirsa mirovên xwe yên windayî ji hev dikirin.. Dema ku dibihîstin yekî mehcir li gundekî heye, xwe pêve digîhandin; pirsa welatê wî, eþîra wî, gundê wî û mehciriya wî dikirin.. Di nav re jî, pirsa mirovên xwe yên ku bi rê de ji wan veqetiyane û winda bûne, ji wan dikirin.. Lê ew mehcirên ku li koka xwe napirsin, ez ne bawer im ku ew kurd in, ew ermeniyên ku di nav mehcirên kurdan hatine Cizîrê û bûne misilman..
Çima Mehcir bûn:
  Wek ku diyar e cenga cîhanî a yekemîn di sala 1914`an de destpê kir ta sala 1918`an. Di vê cengê de Osmanî bûn hevalên Almanan û þerê Rûsa kirin.. Di sala 1914`an de Osmaniyan an Ittîhadçiyan (Talaat, Enwer, Cemal), bi navê (Cihada Pîroz الجهاد المقدس/), berê þêx û oldarên kurdan dane þerê Rûsan û gotina (Seferberlikê/ سفر برلك), ji wê salê ve hat meydanê..
  Di roja 24`ê nîsana 1915`an de Ittîhadçiyan frmana qirkirina Ermeniyan deranîn, bi behana ku doza Ermenistanê dikin. Wê fermanê ta dawiya cenga cîhanî ya yekemîn 1918`an dirêj kir..  
  Di havîna û payîza 1915`an de artêþa Osmaniya bi serkêþiya Talaat Paþa derbasî Bedlîs, Mûþ û Wanê bû û komkujiyên mezin anîn serê ermeniyan.. Di encamê wan komkujiyan de melyon û nîvek ermenî hatîn kuþtin, yên mayî di çar kenarên dinyayê de belav bûn. Sed mixabin ku destên hin kurdên xeþîm, nezan û çavgirtî di vê qirkirinê de hebû. Ji rexekî din ve kurdan; çi kurmanc û çi axa, beg û keyên Kurdan gelek Ermenî di mal û gundên xwe veþartin û ew ji qirkirina tirkan parastin û nimûne pirin..
  Sala Mehciran Sala 1916 ye. Di bihara 1916`an de dema ku artêþa Rûsî derbasî Bedlîsê, Baþqela, Mûþê û Wanê bû, ermeniyên ku libexer didan û doza azadiya xwe dikirin, alîkarî bi artêþa Rûsî re kirin û di encam de bi hezaran ji kurdên Wan, Mûþê, Bedlîsê, Baþqela, Titwanê, Baþqela û Bazîdê hatin kuþtin û bi deh hezaran ji ber kuþtinê, ji warê bav û kalên xwe celî bûn û ber bi baþûr ve reviyan.. Tev mal û milkên xwe li þûn xwe hiþtin, berê xwe dan oxirê û piþta xwe dan felekî.. Nexasim ku çend mezintirîn êlên kurdan di baþûrî Kurdistanî de,  wek êla (Heyderan) bi serketiya Kor Hisên Paþa û Emîn Axayê Heyderî, êla (Hesenan) bi serketiya Hisên Axayê Takorî û êla (Motkan) bi serkêþiya Hacî Mûsa Begê, ser û binî hev bûn, berê wan ket miþextî û mehciriyê de.. Hêjaye gotinê ku her êlek ji wan ji çend eþîran pêk dihat..
  Di wê rev û miþextiya mirinê de, gelek zarok, kalemêr û pîrejinên wan ji birçîbûn, serme û nexweþiyan mirin, gelek di ava geliyê Bedlîsê de fetisîn û yên ku (Kevirê Biqul) derbas kirin, ew bi halekî perîþanî filitîn.. Ewên ku filitîn, di nav roj, meh û salan re xwe bi Mîrdînê û Nisêbînê û gelek herêmên kurdan yên din ve gîhandin û dawî gelek ji wan li bajarê Amûdê yê ku tekane bahar bû di Beriya Mêrdînê de rawestiyan.. Paþê di nav gundên kurdên Rojava de cîwar bûn.. Kurdên Rojava jî ji wan re gotin: Mehcir.
Gotina mehcir bi tenê ji miþextiyên sala 1916`an re tê gotin, yên di pey wan re hatin, anku yên di pey serhildana Þêx Seîd/1925`an, Araratê/1930`î, Dersim/1937`an de hatin, navê mehciran li wan neyê kirin..
  Mehcir an Mihacir; gotinek Erebî ye, ji wan kesên ku bi darê zorê ji warê bav û kalên xwe hatine bidûr xistin tê gotin. Ev gotin di rêka misilmantiyê de derbasî ziman û ferhenga Kurdî bûye û cih girtiye.
  Ez zarok bûm carekê yekî mehcir hat mala me, þekirê Ereba ji me re anî bû. Ji bavê min re behsa mehciriya xwe dikir û ji bavê min xwest ku mala xwe bîne gund.. Piþtî ku mala xwe anî, her êvar dihat odeyê, çîrok û stran digotin, xweþ zanîbû çîroka Memê Alan bi stranî bibêje..
  Ta roja îro malên mehciran di piraniya gund û bajarên Cizîrê de hene, ji Serê Kaniyê ta bi Eyndîwerê.. Ji sifir destpê kirin.. Gelek zor û setem ji xwediyên gundan dîtin.. Di encamê wê mehciriya bê xwedî û Xwedan de, karîbûn cihê xwe bi xurtî di nav civaka eþîrên Cizîrê de ava bikin û çend gundên ku bi navê gundên mehciran têne naskirin ava bikin, wek gundê Xerab Esker, Tifle û Selamûelêk.. Hem jî piþka wan di gelek gundan de heye.. Di gelek waran de li pêþiya xelkên cî xistine. Wek nimûne; Dr. Ferhadê Eliyê Mehcir yekemîn kompaniya çûn û hatinê di navbera Qamiþlo, Heleb, Þam û Beyrûtê de bi navê (Dicle Travel & Tourism) vekir.. Eliyê Saadûnê Mehcir jî wek Dr. Ferhad saziya (Zana Travel & Tourism) damezirand.. Di warê bazirganiyê de jî, gelek ji wan mehciran biser ketine, wek Abdulrehmanê Hemzeyê Mihacir.. Hina jî gazxane vekirine, wek Ismetê Mihacir ku bi payebûn û serbilindî navê gazxaneya xwe kiriye (Gazxaneya Mihacir).. Zarokên gelekan ji wan mehciran bûne bijîþk, parêzer, endezyar û rolek baþ di civaka kurdên Cizîrê de lîstine; çi di ware civakî de û çi di warê siyasî de û dûrî netewa xwe ya kurdî neketine..
  Hejmara wan biqasî hejmara mezintirîn eþîra Kurdî di Cizîrê de heye. Tevî ku va 102 sal di ser meciriya wan re derbas dibe, hêjî li hev bi pirsin û wek eþîrekê ji eþîrên herêmê li hev miqate ne; di xêr û þerê hev de ne, alîkariya hev dikin.. Piþtî ku Hecî Erebê Mihacir û Hecî Mihemedê Xeþman çûn ber dilovaniya Xwedê, yên ku bi kar û barê tev mecirên Cizîrê radibûn, Enwerê Hecî Mihemedê Xeþman ketiye þûna wan de. Enwer xortekî nûhatiye, kezebþewitiyê mihacirên xwe ye. Gelek navdarên mihaciran li gund û bajarên Cizîrê hene, ne gereke ez navê wan bînim ziman.
  Belê bi min xweþ e ku ez vê çîroka hevdîtina du birayên mehcir yên ku hev winda kiribûn, bi kurtî ji we re bînim ziman:
  (Qasim, Kamil û Helîme xwîþk û birayên hev bûn. Di reva meciriyê de, dê û bavê wan li Kevrê Biqul ji ber çavên wan winda bûn. Di nav kerwanê mehciran re bi halekî xerab xwe gîhandin bajrê Nisêbînê.. Li Nisêbînê wan jî hev winda kir, her yek ji wan di cihekî re derket..   Û bîst sal derbas bûn.. Di wan bîst salan de, her yek ji wan bi hisreta saloxdanên yê din bû.. Birayê biçûk Kamil dibihîze ku yekî mehcir bi navê Qasim li gundê Til Erbîd e, nêzîkî Qamiþlo.. Di rojek biharî de xwe li gendê Til Erbîd digire.. Dibîne komek zilamên gund li ser bênderan rûniþtî ne, xwe li wan digire.. -Ew kesî ji wan nas nake û ne ew wî nas dikin- Piþtî silavê, pirsa mala Qasimê Mehcir dike.. Qasimê Mehcir jî di nav wan de ye.. Zilam jê dipirsin; Ma tu Qasim nas dike? Li wan vedigerîne; Na ez wî nas nakim.. Qasim radibe ser xwe û jê re dibêje; Ez Qasimê Mehcir im, kerem bike, daxwaza xwe bêje.. Kamil ziq lê mêze dike û jê re dibêje; Ez birayê te Kamil im..! Dema wilo dibêje Qasim di cihê xwe de dicemide.. Piþtî kêlîkekê pirsa navê xwîþka xwe jê dike.. Ew dibêje navê Xwîþka me Helîme bû.. Qasim pirsek din jê dike û jê re dibêje; Qava em biçûk bûn, te bi çi navî bang li min dikir? Kamil lê vegerand; Min digot Kaka.. Bi vê gotina dawî re Qasim xwe zerkirê, ew hembêz kir û bi ser halê hev de giriyan.. Gundiyên li dor wan, ji kêfa hevdîtina wan re tiving berdan..) Di wî heyamê dagirkirina Cizîrê ji rex Fransîzan ve, hilgirtina tivingê normal bû. Wêne: Ez û Mûsayê Hecî Qasim in, yê ku bav û apê wî hev winda kiribûn û hev naskirin, temenê wî 82 sal in.

Konê Reþ/ Qamiþlo 17/10/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4879