Ji Evîna Rojên Kevin: Tifik, Bixêrîk û Ardiwê Malê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 ÓÈÊãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat dadan û dûyê wê di bixêrîkê re bi ser xanî diket.. Li ser xanî, nîvcerek li ser devê bixêrîkê dihat danîn, dûyê tifkê têre ber bi asman re bilind dibû.. Tev xwarinên malê li ser wê tifikê dihatin çêkirin, hem jî hundirê malê bi tîna wî agirê tifikê dihat gerimkirin.. Zivistanan xelkên malê li dor wê tifikê rûdiniþtin, dibûn xelek û xwe bi tîna agirê wê gerim dikirin..


  Ardiwê tifikê bêtir tepik bûn, digel biþkulên sewalan yên ziwa û eger êzing û qurmên dara an þax û paxên mêwên tirî yên ziwa hebana, ew jî ji agirê tifikê re bikar tanîn.. Belê her ardiwê tifikê bêtir tepik bûn.
  Sebaretî tepikan û ardiwê tifikê; di havînê de keç û jinên her malekê ardiwê xwe yê zivistanî ji tepikan amade dikirin. Ew tepik ji pîsiyê sewala, dewara û hin qirþ û qalan çêdikirin. Keç û jinan ew pîsî ji mexelên pez û ser bênderan kom dikirin, li cihekî taybet têkilî hev dikirin û baþ bi lingên xwe distran, paþê ji wê ceblê, bi tareke bêjingê an bi destan qalib dikirin, ta ku formek gulover distandin, ew form navê (TEPIK)ê lê dihat kirin. Ew tepik li ber tava rokê dihiþtin ta ku ziwa dibûn, ji nû ve rêz bi rêz li ser hev datanîn, dibûn wek koxikekê, ji wê koxika tepikan re (KOZÎDAN) dihat gotin. Dora gundê me tije kozîdan bûn.
  Di orta payîzê de, berî ku payîzxêr biketa û baran bibarya, xwediyên wan kozîdanan tepikên kozîdanên xwe ji ser bênderan dikiþandin cihekî bi sitar, ji tirsa baranê û þilbûnê. Di zivistanî de ew tepik ji bo agirê tifikên xwe bikar tanîn. Digel ku gelek caran jî nanê sêlê, li ser sêla ku li ser sê kuçan dihat danîn û bi agirê qirþ û qalan, nanê xwe dipijandin, savarê xwe jî di niqrîkê de, li ser sê kuçan bi agirê dar û berên hiþk dikelandin..

  Vê paþiyê paporên (Prîmos) derketin. Ew papor li ser donê gazê û pifdanê vêdiketin. Bi derketina paporan re hin bi hin tifik û bixêrîk ji malan hatin hilanîn û kozîdan ji ser bênderên gund nebedî bûn.

Qamiþlo, 5/9/2018








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4861