WERIN
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 ÓÈÊãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Xizan Șîlan

westîbûna hilmgirtî
ji ser tenêtiya rojên min rakin
bêdengiya çavên kelegirî
qêrîna jankêþ
gewriya tevizî bi dilopek þadî
þên bikin


ez
li avhewaya giyanê tazî
bareþekî bênasname me
birînên kezebê
bi melhema eþqê mizdidim
di deryaya bêbinî de
bi masiyên serxweþ re dikevim
pêþbaziyê
refên qulingan
ber bi berxwedana çiyayên azad ve
difirînim
werin
bi zimanê muzîkê
tevna helbesta min bi min re
bihûnin
li pêþberî firtoneya qûmê
çira hêviyên aso vêxin
kirasê heyamên veçiriyayî
bi derziya sebirê bidûrin
reþtariyê bi tîrêjên ronahiyê
dûr bikin
sirûda orkestra dilxweþiyê
di rayên dîroka genî de
bigerînin
werin
êþa bîranînên cemidî
di zikê þevistanên xewle de
bihelînin
xemgîniya salên gunehkar
bi duaya peþkên baranê
binixumînin
dilê min
bi awazên stranên Șakîro haþ bikin
ji nûdemê
bêhna beybûnên zozanan
bifûrînin
li vê zivistana hiþk
germa havînê li bejna min
bipêçin
werin
ji min re bilûra serþivanan
bilorînin
da ez
bextewariyên xwe li gulîstanan
biçêrînim
meya kêfxweþiyê ji min re
dagirin
da dil di serxweþiya xwe de
mest bibe
werin
çîroka egîd û mêrxasan
vebêjin
da ez
xem û xeyalên hesretkêþ
ji dil derînim
ala serkeftinê li ba bikin
da ez
bi tililiyan dansa feriþteyan
bibînim
werin
werin…

2018-01-24
Stockholm








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4860