CIWANTIRĪN BĪRANĪN
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 27 ķęįķę 2018
Mijar: Nūēe



Dildar Žeko

"Sekvan! Belê ez benî? Dapîra te çawa ye? Dapîra min çû ber dilovaniya Xwedê ez benî.."
  Pižtî têkçûna Mihabad, rêya man û nemanê li ber me xuya bû. Ji bo maweyekî em vegeriyan Bažûrê Welêt. Her çende li vir jî ji bo me tenahî tunebû, lê bi rengekî nihênî demeke diyar em li deverê man. Pažê em gehižtin biryarekê, heta ku helûmerc dest bidin divêt em ji warê xwe bar bikin. Li dûv biryara hatiye standin diviya em çûbûna Sovyetistanê û em bi rê ketin.


 Li devera Mako, li derdora Agiriyê biçûk arteža Îranê rê li ber me girt. Em naçar man ku bi žer rêya xwe vekin û žerekî dijwar ku mawey çend rojan domand di navbera me û artêža îranê de dest pê kir. Pižtî çend rojan li ser daxwaza Îranê, di encama danûstandinan de rê li ber me hat vekirin û ber bi Rûbarê Arasê ve em bi rê ketin. Helbet, di rê de em tûžî gelek astengan hatin, lê me hemî asteng bi rengekî herî serkeftî li paž xwe hižtin. Nizanim çendemîn roj bû, bi berbanga sibê re em gehižtin perê gundekî Celaliyan.
  Li perê gund malek hebû û digel du hogirên xwe, bi armanca çûna wê malê em bi rê ketin. Pîrejinek li hêwanê, li ber tifikê rûnižtî nanê sêlê dipehtand. Li nîva hêwanê jî zarokekî 8-9 salî, li ber wî sênîkek mast, nanê xwe tê dakir û dixwar. Pižtî me rojbixêra Pîrê kir, me pirsa rewža gund û Keyê gund kir. Me ji pîrejinê re got ku em mahkûm in û pêdiviya me bi alîkariyê heye. Pîrê, di destpêkê de bi bêdilî nêzî me bû. Ji me re go: -Ma ne žerm e ji we re, ma hûn fedî nakin ji bejn û bala xwe. Hûn ev zirpeyên han, hûn çi digerin li van çolan? Min go: -Baže pîrê, ka em bi kû ve herin? Pîrê yekser go: -Herin Çiyayê Kurdistanê. Waye li wir Mele Mistefa žer dike. Li žûna ku hûn li van deran bêserî bigerin, herin xwe bi qurban kin ji bo Kurdistanê hey xwelîseran..
 -Pîrê ev kurik çiyê te ye? -Ew neviyê min e. Bavê wî mir, dayîka wî jî çû ser qismetê xwe. Ez neviyê xwe xwedî dikim. -Dayîka min a hêja, navê neviyê te bixêr? -Navê wî Sekvan e -Pîrê, bi serê Sekvan, ez Mele Mistefa bi xwe me. Em žikestin. Em niha derbeder in. Lê bi destûra Xwedayê mezin, heta em bi ser xwe ve tên, emê dîsa vegerin Kurdistana xwe.. Digel dawîhatina peyva min, pîrê tîra xwe ya nanpehtinê danî û bi wan destên arvankirî rabû ser xwe û hat, bi axînk û keseran û bigiriyekî žewat ez himbêz kirim. Pižtî ev danûstandina bi pîrê re, gundî bi me hesiyan, Keyê gund hat em dîtin, bi germî bixêrhatina me kirin û karwanê me bi rohilat re derbasî gund bû. Em du rojan li vî gundî man. Gundiyan di xizmetê de hîç kêmasiyek nekirin. Pižtî bêhnvedanek dirêj ya bi qedr û bi qiymet, digel dadana tariyê karwanê me bi rê ket. Gava karwaniyan xatir xwestin û derketin derveyî gund, ji ber ku rêya me jî hindik mabû û pêdiviya min bi birnoyê nema bû, ez bi tenê vegeriyam ew mala li perê gund. Hatim dev ew pîra jêhatî û min jê re go: Pîrê, li gerdena me aza bike, çi dibe û çi nabe. Mirin jî heye, pižtî salan hevdîtin jî heye. Ev Birno ya min e û ez dixwazim diyarî Sekvan bikim. Heta mezin bibe û jê re bibêje; ev diyarî ya Mele Mistefa ye..
  Pižtî vegera welêt di sala 1958`an de, careka din wekû caran tevgera jiyana Kurdewarî ji hemî aliyan ve û bi hemî xurtiya xwe ve dest pê dike. Konferans, Kongre, Rêxistinên Civakî, Ležkerî û yên mayî.. yek li dûv yekê dihatin sazkirin, dihatin damezrandin. Û 11 Êlûnê 1961, žoreža jiyanê dest pê kir. Sal 1963. Rêberê žorežê ji bo qoleçana derdorê derdikeve serê girekî raserî derdorê û bi dûrbînê derdorê qoleçan dike. Li vî alî û li wî aliyê çiyê Pêžmerge wek pêlên avê tên û diçin. Hinek bar dikin, hinek bar dadixin. Her wekû govendek ne serî û ne jî binî heye, her kes tevdigere. Û ji nižka ve got.. -Ew çi ye? -Ew kî ye li van deran digere? -Ew li van deran çi digere?.. Û bi lezûbez ji serê çiyê ber bi newalê ve hate xwar. Û yekser çû li paž Pêžmergeyekî rawestiya û destekî xwe dirêjî ser milê wî kir û bi nazdarî got: Sekvan.. Ewê Pêžmerge bi nermî serê xwe zîvirand û bi nermî bersiv da: Belê ez benî.. Pižtî vê hevdîtin û vê hevnasînê bi du salan Sekvan beždarî karwanê nemiran dibe.
-"Pîrê, li gerdena me aza bike, çi dibe û çi nabe. Mirin jî heye, pižtî salan hevdîtin jî heye. Ev Birno ya min e û ez dixwazim diyarî Sekvan bikim. Heta mezin bibe û jê re bibêje; ev diyarî ya Mele Mistefa ye.









Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4842