Jin û pirsa wêjeyê.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 íæäíæ 2018
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman, di van salên dawî de, yek ji mijarên ku her têne holê ...Jin bi giþtî , jin û edebiyat bi taybetî.
tekez min navê ez derbasî cîhana jinê û pisîkolojiya wê bibim ev yek ji ber ku bixwe jî jin im û bivim nevim dê meyledariya min bi aliyê regezê min de hebe. Carcarna dikarim hin nerînên xwe bi awayekî vekirî û hiþkere bînim zimên, lê helbet ez bi xwe weko jineke kurdî , rojhilatî nikarim jinî tiyê baþ þîrove û analîze bikim, belê  sedemê vê yekê hene û ji wan ku min bi awayekî zanistî jin û derûna  regezê Mê  nexwendiye lê diþopînim,her weha jî her çendîn jineke afrêner, nivîskar û hest nazik bim jî ,  xwedan nerînên cuda û kesayetiyeke bihêz bim jî ..belê hiþkere dibêjim bi tena serê xwe dê nikaribim þerê civakê bikim, min navê ku bibim berxê qurbanê ji civakê re , ev ku em li xwe mukir werin ku di qata yekê de .. jin daqoqê serê xwe ne , neyarê rêza pêþî yê regezê xwe ne.


Di hevpeyivîneke bi min re , carekê ji caran Jineke kurd û qaþo rojnamevan her ku dipirsî ...ji min bixwe re digot mamoste,,,,mamoste Mizgîn .
Belê di incam û dawiya hevpeyivînê min jê re got ku ez bixwe dayik im û hevjîn im, kebaniya mala xwe me.
Jinika rojnamevan behitî û êdî hew got mamoste û dest bi Xan im kir.(weko mînak). Belê pir balkêþ bû lewra jî min li vir nivîsiye.
Mamoste bim yan Xanim bim,,,çi bim ev ne girînge,,,ji xwe razî û hêviyên herî mezin ji xwe dikim ji mêj ve mijûlî edebiyat û çanda kurdî me û xwedan pir berhemên çapkirî û gelek gotar û nivîsên dagirtî raman in.lê gelo ew jina ku li hemberî min,,li pêþberî Mizgîn hesko ya helbestvan û kebaniya malê .
Jêderê têghiþtin, û bîr û baweriya wê , jina ku ew wekî jin dixwaze wê peyda bike aya çi rengê jina ye,,,?
Aya çima jin weha ji xwe biþek û guman in...?
Aya ji bo çi baweriya wê bi kar û afrandina hin ji regezê wê bixwe nîne..?
Kîjan mêrî ew li wir çandiye û weko perwazeke qeþeng û rengîn di wî dezgehê de tevdigere û dilive...?
Li vir dibêjim û dizanim ku pirsên min bi dawî nabin, lê ka em li mêrên rewþenbîr vegerin.
Mêrên kurd î edîb in( wêjevan) yên ku dibêjin û tînin zimên ku deqê jina kurd î a xweþik her çendîn lawaz û qels be jî bêhtir tê pejirandin ji deqê jina kurd î a ne rind.
Ta kîjan radeyê ev mukir hatin ji rastiyê ve nêzîk e...pêdivî pê nîne ku bê þîrove kirin ji xwe incam li ber çavan xweþ diyar e.
Mêrên kurd î ku xwe ji qata rewþenbîran dibînin û bi rewþenhiziriya xwe a pir balkêþ dibêjin ku ew ji jinên ku weko mêran tev digerin û li xwe dikin û çawa birêve diçin hez nakin... heman mêr in , yên ku îro di mediya yê de dixebitin... Di bilindtirîn qatê de rûdinin û biryarê didin.
Piraniya caran min bixwe ji xwe pirsiye û di vê gotarê de heman pirsê radestî we dikim,mebest xwênerên tekstên me yên kurdî ne.
Dê çawa bikaribim derfeta xwe di medyayê de bibînim,,,mafê xwe yê wêjeyê werbigirim ku mêrên weha berpirsiyariya kanalên kurdî dikin... û ji birêveçûna min ( meþa mýn) hez nakin.ma ew rewþa min a tenduristî dizanin, û dizanin ka Jana Seyda, Selwa Gulî û pir ji xwîþkên me yên nivîskar di bin çi ast û norman de dinivîsin, çi zorî û zehmetî dîtine û hîn dibînin jî. Hela werim ka em ê çawa di vî buhirî re derbasî rexê din bibin...?
Aya çawa jin û mêrên kurd î berhemdar dê derbasî nexþeya wêjeya cîhanê bibin..?
Ma ne em in yên ku edebiyatê li gorî zayindan dabeþ dikin...edebiyata jinan, yan jî yan mêran.
Edebiyat û mijûliya wê karekî mirovane ye,,,yên pê mijûl dibin û berî her tiþtî mirov in.
Ne ku pirsan dikim, min divê bi van raman û nerînan bêhtir balê bînim ser hin ji rastiya nivîskariya kurd.
Mêrên kurd yê ku ji xizêma wê jina nivîskar hez nakin, ji mekiyaca wê, ji cil û bergên wê yên erzan û nelihevhatî,, ji bejina wê ya kurt, ji dengê wê yê sitûr û bilind...û ji ji ji û htw.
Mêrên kurd yên ku bi þev û rojan di Fêsê de, di Massengerê de li benda nêçîrên xwe dimînin û ku piraniya caran li ya hunermend û afrêner digerin.
Mêrên kurd ku di zanîngehên bilind de xwendine û tezeyên cuda cuda wergirtine, heman mêrên ku rê nadin jinên xwe ku bi rehetî hevaleke xwe a jin derbasî malê bikin, yan li van welatan rê nedin da ew jî fêrî ziman bibin û bikaribin aboriya xwe bi keda destên xwe qezenc bikin.
Mêrên ku qaþo mamoste ne , baþ xwe di warê zimên de westandine, baþ bi rêziman û geramatîkê dizanin û ji ber þaþiyeke nivîskî, tîpeke ne di cî de, lerzeke rêzmanî dikarin di þev û rojekê de afrêneriya jineke kurd sêdar bikin.

Belê ez bixwe dê bêhtir ji ezmûna xwe binvîsim,,,tiþtên ku bi min re derbas dibin,,dê carna li qelem dim, vê jî bi mebest  dikim.
Em jinên kurd yên hunerhizir ku tawanbarê xêz û têkistên xwe ne, her gotineke evînî dibe ciyê gumanê, her têkiliyeke sade û bêguneh dibe ciyê þek û pekan .
Bi wateyeke din û bêhtir nêzîkî mijara xwe.. gelo çima jin hev qels dikin, çima mêr me qelas dikin...baþe em ê çawa bi vê dîmena þikestî û qels derbasî wêjeya cîhanê û cîhana wêjeyê bibin.

Ta careke din dê bihtir derbasî vê nexþeya edebî û derdora biguman bibim.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4818