Ji Xanima Hêja Incil Selcuk Re
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Xanim! Ji baweriya xwe danekeve..! Gotinên te wek heyva çardeþevî di asmanê hiþê min de raqisin..! Bi gulên vê Gulanê re xiliyan û hilm û bîna wan belav bû.. Bi gotinên te re; mirin û zayîn, tarî û ronahî li dor min kom bûn.. Wek zarokê ji tava heyvê bitirs, li xwe vegeriyam.. Û baranek hûr hûr bi ser min de bariya..


*         *          *

Xanim! Þerê di navbera heyvê û ewran de, xemgîniyê bi ser min de dibarîne..! Geh heyv li asman dikeve, geh di nav golên avê de diraqise.. Geh ewir wê di nav per û baskên xwe de nebedî dike.. Lê her heyv li ber xwe dide, di nav perçeewran de, serê xwe derdixîne û devij kenê xwe bernade..

*         *          *

Erê Incil xanim! Ji heyamê biçûkaniya min ve, di zivistanî de baran dibare.. Pezkovî bi aramî di qontar û newalên welatê min de diçêriyan.. Þivan û gavanan bi azadî strana (Eyþana Elî, Lawikê Metînî, Hawer delal û Sebra Dila.. ) digotin.. Îro ro, penaberên welatê min bi dûv hev de rêz dibin.. Siyabend û Xecê têne kuþtin.. Beko razî nabe evîn evîn be..!

*         *          *

Ji baweriya xwe danekeve ezbenî! Ez bejna xwe ji þêrejinên mina te re ditewînim.. Carekê dilê me bi Qada Osman Sebrî li Qamiþlo xweþ bû, ew jî bi demê nebedî bû!

Qamiþlo, 13/5/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4796