Beyana YNRKS di 120 saliya rojnamegeriya kurd de
Drok: 22 2018
Mijar: Ne



Di (22 nîsana) her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, ji ber ku ev roja dîrokî ji xwe re terxankirine wekû rojeke rojnamevaniyê û ragehandinê.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe, û li ser rewa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewa ragihandinê li cem kurdên Rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.


Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û gihaye çi qûnaxê di dema îro de.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye ûna wan, û malperên kurdî û rûpelên Fêsbûkê rola rojnamegeriyê girtine, û bûne meydana ragihandinê.
Ligel vê rewê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna rojnameya ”Pênûsa Nû” a Yekîtîya me (Yekîtîya gitî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya), ku bi herdû beên xwe ve, a erebî û a kurdî li ser malpera me www.penusanu.com  belavdibe, û îro ro hejmarên herdû bean gihane 70ê hejmarî.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
22 nîsanê, ev roja pîroz derbas dibe û hîn rêwa welat zelal nebûye, û rewa kurdan bi taybetî aloztir dibe, çimkî ji ber pîlanên dewletên mezin, du bajarên Kurdan (Kerkûk û Efrîn) ji dest wan çûn û ketine destên dujmin de. Û hîn jî em kurd ne li ser hevin, nakokiyeke mezin di navbera me de heye, çi li baûrê Kurdistanê û çi li rojavayê wê, û kula herî mezin ku “Birêvebirya Xweserî” hîn siyasetmedarên ENKSê digre û wan dixe zindanan de. Ev kiryar cihê ermezariyê ye.
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di vê dema nazik de bileyizin, da ku li gelê xwe xwedî derkevin, û bi tevgera xweyî sîyasî re alîkarbin, û rexna li herdû alîyan bikin, da ku bercewendiya gel li ser bercewendiyên partiyên xwe bigrin..
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Belê bo yekîtiya kurdan
Yekîtîya gitî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
22.04.2018







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4788