Efrîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 18 ãÇÑÓ 2018
Mijar: Nûçe




Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Hezaran zeytûn kok birîn
Dîsa jî þitil hêþîn bûn

Hezaran çinar ser birîn
Cardin çiqilan þax vedan


Hezaran bîr miçiqandin
Dîsa kaniyan bilqvedan

Hezaran rê û dirb birîn
Cardin þiverê peyda bûn

Hezaran gund wêran kirin
Dîsa tax û kuçe þên bûn

Hezaran kes zindan kirin
Cardin Mezlûman berxwedan

Hezaran Ker, Kulik kuþtin
Dîsa Dewrêþan ser hildan

Hezaran kes winda kirin
Cardin ew zatan nemir man

Hezaran dûrewar kirin
Dîsa ser welêt da firyan

Hezar Koban wêran kirin
Cardin bajarin ava bûn

Hezar Efrîn dorpêç kirin
Dîsa kember bûn qetiyan

Hezaran topbaran kirin
Cardin çiyan serbilin bûn

Hezaran istêr rijandin
Dîsa roj bûn ku hilhatin…

Lewra ku hezaran sal in
Dara me rîþe berdaye
Binê axa bav û kalan

Lewra ku rîþeya kevnar
Maqûliya xwe wergirtye
Ji kaniyên Gilgamêþan

16/03/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4775