Keþîþek ji hemû kul û xeman revî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 07 ãÇÑÓ 2018
Mijar: Nûçe



Aleksandr Pûþkîn
Wergêr: Laleþ ebdulrehman

Keþîþek ji hemû kul û xeman revî
nav daristanokên li ber deryaçeyê;
li wir rojên xwe yên havînê bi lavayên berdewam,
lêkolînên kûr û rojiyên herherî borandin.
Hê hingê wî pîremêrî bi merikê
ji xwe re gorek kolî mîna ku,


piþtî bangî ewliyayan bike ku xanîkê wî bipîrozînin,
tenê bêriya mirinê - ne tiþtek din - bike.
Dema wî berþevekê li ber
xanîkê xwe yê serober xwe tewandibû
hizûra yê herî dilovan,
daristanok hêdîka li ber çavên wî dizivirî,
li raserî deryaçeyê mij û moranek radibû,
di nav ewrên sîs re, bi esman ve
heyva sor bi nermî dilivî
dema rondik hatin çavê keþîþ...
Ew matmayî dixuye, tijî belayê,
tijî tirsa tênagihê ye.
Ew dibîne ku pêl dibin peqpeqok
lê dîsa aram dibin.
Hingê keçikek tazî
mîna berfa pêþîn li zozanan,
pêsivik mîna siyên þevê
ji deryaçeyê radibe bejayiyê
û bêdeng li ser rûniþtekê rûdine
Ew li keþîþ dinere û bi nermî pirça xwe dimizdîne
ava bi destên xwe ve diwerîne
Keþîþ ji tirsan dilerize û bi awirek tûj
li wê, li bedewiya wê ya efsûnî dinêre
Keçik destekî bi coþ li ba dike û bangî dike,
serê xwe bi lez dihejîne, li dûriyê dibiþire,
û mîna stêrekê, di bîskekê de,
dileze ava aram.
Êdî xew bi çavên pîremêrê dilbixem neket,
wî hemû rojê jî lavayek jî nekir:
sîtava ewreng, a biînad hê jî
li ber çavên wî dibiriqî û diteyisî...
Daristan kincê xwe yê þevê bi ser xwe de digire,
heyv bi banê ewrîn ve dimeþe;
Û keçik spîçolkî û þîrîn niha li wir e,
xwe tewandiye hindavî berava efsûnî.
Keçik li wî dinêre, pirça xwe dimizdîne,
ramûsanên hewayî, diþîne
bi pêlan dilîze, miz dide
geh dikene, geh mîna zarokekî dinale,
bi narînî dinale, dengbilindtir, gazî dike...
"Were, keþîþ, were, keþîþo! Were cem min!.."
Paþî wenda dibe nav ava zelal
û bîskekê bêdeng e...
Roja sêyem bicoþ
li beravê rûniþtibû, evîndar bû,
bendewarê zeriya þirîn bû
dema siyê daristan niximandibû...
Tarîtiyê rê da xuyabûna rojê;
keþîþê me bi temamî wenda bûbû
ta komek zarokên þûm ên heremê,
dema masî digirtin, riyên wî yên spî dîtin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4770