Kengî Êvarê Barkir?
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ÝÈÑÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe




Tengezar Marînî

Þev e ,
agir dibare
welatê min
bi xwînê dixemile
cîhan dîlana Wals dike.


Xewnên te xwe veþartine
Hemî dergeh dadayî ne
Ez fêrî
Awazên xemgîn bûme
Rondikan;
Li vir tenêbûn;
Li wir piþtberdan
Li dera din lihevnekirin
Deryayeke sar e ev welat
Diherrike xwîn
Dil radiweste
Pirsên bêdunde
Hêvî bar dikin
Hiþ diçe
Giyan dilerize
mij e rastî
Dem lezê dike,
Çendî din dikarim
Aram xwe ragirim?
Direng e, direng
Yekê dizanim..
Eger ez xwedê bûma,
ez î li xwe vegeriyame,
li xwe bigeriyame,
ya min di xwe de
bidîta,
biguherta
Niha gelekî sar e
Jan
Kî nabêje:
- Xwedê têkçûye!?







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4767