Hevkariya partiyên kurdistanî li Elmaniya (Hevkarî) bombebarankirina Efrînê ji aliyê artêþa Tirkiyê þermezar dike
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 íäÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe



Ev çend rojên hejmareke gundên Efrîna kurdistanê ji aliyê artêþa Tirkiyê ve bombebaran dibin û ji çend heyvan ve gef bi êrîþkirina navçeyê tê xwarin û ev yek bûye egerê peydabûna nîgeranî û tirseke mezin li rex xelkê Efrînê û tirsa dubarebûna heman êrîþa li ser Kobana kurdistanê li rex xelkê navçeyê peyda dike, ku ev êrîþ helbet wê bibin sedemê peydabûna felaketeke mezin li ser gelê meyê kurd li Efrînê.


Lewra Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya hest bi nîgeraniyeke mezin dike û pêwîstiya her karekî dibîne ji bo dûrkirina metirsiyê li ser Efrînê, û tevlî þermezarkirina bombebarankirina hovane ya li ser navçeyê bi awayekî tund û ji bo parastina daxwaza gelê kurdistanê ji her metirsiyekî em wek Hevkarî daxwaza destêwerdaneke navdewletî ya bilez ji civaka navdewletî dikin û herwiha daxwaza zêdekirina fiþaran li ser hikûmeta Tirkiyê ji hemû sazî û dezgehên navdewletî dikin ji bo vemirandina agirê þerê Tirkiyê li ser navçeya Efrînê û dûrkirina gelê me ji kuþtin û komkujiyan û wêrankirina gund û bajarê me ku gelek felaketên weha hatine bi serê gelê kurd li herçar beþên kurdistanê, û daxwaza rawestandina vî þerî dikin nemaze ku bitenê xelkê sivîl û bêguneh dibin qurbaniya þer û nemaze ku xelkê Efrînê ji çend salan ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye û rastî siyasetên birçîkirin û serkutkirinê dibe.

Hevkarî piþtgirî û xemxwariya xwe ligel gelê xwe yê kurdistanê li Efrînê nîþan dide û hevdim her gef û metirsiyekî li ser her bajarekî kurdistanê bi metirsî li ser tevaya gelê kurdistanê dibîne.

Elmaniya 15 çille 2018
Komîta ragihandina Hevkariya partiyên kurdistanê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4753