Rojên Cand û Hunera Kurd
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 ÃÈÑíá 2007
Mijar: Nûçe



Li paytexta Avusturyayê Viyanayê Rojên Çand û Hunera Kurdî ku ji aliyê Komkar ve têne organîzekirin dest pê kirin. Rojên çanda kurdî di navbera 20-22 ê mehê de li dar in û gelek çalakiyên hunerî pêk tên.


Rojên Çand û Hunera Kurdî, bi gotina Serokê Odeya Kar li Viyanayê Herbert Tumpel dest pê kir. Tumpel kêfxweþiya xwe anî ziman ku kultura kurdan li viyannayê tê pêþkêþkirin û wî kêfxweþiya xwe ji bo dîtina nivîskar û pirtûkên kurdî anî ziman.
Her wiha Koma Berfîn ya muzîkê jî çend stranên kurdî (kurmancî, zazakî) pêþkêþ kir.
Çalakî, di 21 ê mehê de dê bi hin semînerên bi zimanê tirkî, ku yek ji wan yek li ser pirsa elewî û siyasetê pêk bê. Di vê semînerê nivîskar Mehmet Bayrak dê wekî axifger beþdar bibe.
Her wiha Jan Dost, Kemal Burkay û Husên Xaliqî jî wê li ser wêjeya kurdî giftûgo bikin.
Her wiha konsera hinek hunermendên kurd mîna Fehed Elî, Zuhêr Cemîl dê pêk bê.
Roja dawî, 22 ê mehê de jî Jan Dost û Mistefa Emîr bi xwendina helbest û hin parçe ji berhemên xwe dê beþdarî Rojên Çand û Hunera Kurdî bibin. Helbestvan Seher Çakir, Kiymet Aslan jî helbestên xwe yên bi tirkî dixwînin, Kemal Burkay jî wê li ser pirsa wêje û ziman semînerekê pêþkêþ bike.
Di van her sê rojan de jî sêyemîn pêþangeha pirtûkên kurdî li dardikeve. Resamê navdar ê kurd Umer Hemdî (Malva) jî beþdarî van çalakiyan dibe.
 
Ev roj ji hêla kurdên penaber li Avusturyayê bi coþeke mezin  pêþwazî lê tê kirin. Partiya Azadî li Sûriye jî beþdarî organîzekirina van rojên wêjeyî dibe.

 

  





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=475