Şivanê kurd
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Romana “Şivanê Kurd” yekemîn roman bi zimanê kurdî beriya 28 salan li gundê Kevrê Dena min xwend ku gundekî Kurdan e û dikeve bakurê Çil Axa li Rojavayê Kurdistanê. Roman bi navê “Şivanê Kurd” bû ya nivîskar Erebê Şemo.
 
Ez nizanim ji ku dest pê bikim. Her esr piştî karê xwe yê mamostetiyê min romana xwe ya şêrîn hildigirt û ber bi çolê ve diçûm, li ser wan qelaçan bi eşq û kêf min dest bi xwendina wê romanê dikir. Eynî te digot kevirên vê çolê ji bo vê romanê çêbûne. Ez û xwezayê û şivên û pêz dibûn hesteke parçîmkirî bi hev ve.


Herêm kurdî bû, roman kurdî bû, ziman kurdî bû. Ez û şivan jî Kurd bûn. Dixwazim bêjim ku ez gelekî matmayî dimam gava min roman dixwend, ewqasî min dixwend ewqasî kêfxweş dibûm jî, eynî gotinên bavê min bûn, gotinên bapîran dihatin bîra min wek tiştekî xwe yê windayî min tê de didît.
 
Wek ku hate serê apê Teyib Salih ê sûdanî, xwedî û nivîskarê romana “Demsala Koçberiya Ber bi Bakur ve” hate serê min jî. Apê wî, dema ku deng bi romanê ket, ji camêrekî xwest ku romanê jê re bixwîne çiku ew hînî xwendinê nebûbû, nizanîbû bixwîne. Piştî ku xwebexşekî roman jê re xwend, got nema, ê ku dixwend got na. Êdî apê Teyib matmayî ma got ew jî di romanê de wek me dibêje, wek me diaxive, wek me diraze, gelo çima ewqasî milet heyranê wî ye ez vê nizanim!
 
Êdî di cih de min nas kir ku mesele ziman e. Hestê milet e, wisa jî min xweş bawer kir ku zimanê me yê kurdî jî zimanê nivîsandinê ye, zimanê afirandinê ye, zimanê çîrok û romanê ye; wisa jî zimanê felsefe û zanîn û zanistê ye jî.
 
Bê guman Erebê Şemo roman bi zimanê bav û kalan nivîsiye, ew zimanê hest û naz, mixabin roman ne di nav destê min de ye ku ez çend hevokên zelal nîşanî xwîneran bikim - vê penaberiyê em dûrî her tiştî kirin - lê ez dikarim bêjim ku danyar bê çêkirin û alozî romana xwe nivîsiye. Êş û zora jiyana penaberiyê, kul û derdên dilê xwe, zehmetiya jiyanê, perîşaniya miletê Kurd, Erebê Şemû tevan bi hev re dirêse. Weke ava baranê dihêle ku roman bi te re bikene.
 
Erebê Şemo baş rewşa civakî û abûrî di nav Kurdan de di romanê de berçav kiriye, dijberiya di nav qata jor û jêr de, wisa jî jiyan û perîşaniya Kurdan, folklora wan, urf û edetên wan, stran û cejnên wan, dawî jî Şoreşa Cotmehê ya Bolşewîk, cenga cîhanê, hemî bi zimanekî sivik, nazik û normal aniye holê.
 
Roman di sala 1935an de li Yêrîvana paytexta Ermenistanê derket û ji dora 350 rûpelên ji qetên navîn zirav û dirêj pêk tê. Di romanê de, Ereb çîroka jiyana xwe ya taybet dibêje û rewşa koçeriyê û Kurdan û karê xwe wek şivan berçav dike.
 
Nûser diçû ber dewarên xelkê, wexta jina wî mir wî herdu kurên xwe yê sê salî û yê du salî Biro û Dewrêş hilgirtin û ji herêmê derket, yekî dide pişta xwe û yê din dide ber dilê xwe, tiştekî wî tune bû ji bilî lihêfeke kevin û ew bû şivanê kurmancan.
 
Roman bi alfabeta Latînî ya Krîlî ya ku di 1929an de ji aliyê Ishak Marogûlov û Erebê Şemo ve hatibû amadekirin hatiye nivîsandin. Şivanê Kurd di sala 1935an de hate çapkirin. Piştre bi zimanê rûsî hate wergerandin wisa jî Basil Nîkîtîn di sala 1946an de roman ji zimanê rûsî wergerrand ser zimanê fransî vêce hêja Nûredîn Zaza roman ji fransî wergerand Kurmancî sala 1947an de bi navê Şivanê Kurd.
 
Erebê Şemo kî ye?
 
Di sala 1897an de, roja 23yê meha çileyê paşîn, romanvanê me yê mezin- bavê romana Kurdî - Erebê Şemo li Bakurê Kurdistanê (Kurdistana Tirkiyê) navçeya Qersê gundê Susuzê çêbûye, ku ew herêm wê demê di bin desthilata Rûsyayê de bû. Navê wî yê rast Ereb Şemsedîn Şamil e, ji malbateke êzdî ye. Ew di sala 1918an de tev li Partiya Komunîst a Ermenistanê bûye. Sala 1931 bû endamê komîta navendî ya partiyê.
 
Di sala 1924an de Ereb Enstîtuya (peymangeha) Lazarev a zimanan li Mosko bi şarazayî qedand. Di sala 1931de wek lêkolîner di amojgeha Lenîngradê de dest bi ziman û wêjeya Kurdî kir. Sala 1933 Ereb derbasî Enstîtuya Orientalîzmê (Rojhilatnasiyê) li Leningradê bû daku govanameya textoriyê di rêzimana Kurdî de bistîne.
 
Erebê Şemo yek ji damezrênerên rojnameya Riya Teze bû, wisa jî bû sernivîskarê wê rojnameya kurdî ku li Yêrîvanê dihat weşandin salên 1930-1937. Sala 1937an hate sergomkirin ji rexê Stalîn ve bal Sibirya ta sala 1956 ango 19 salan ma li sergomê wek girtî jiyana xwe bûrand, paşî vedigere Ermenistanê vêce bi hêz û himet mijûlî wêjeya Kurdî bû.
 
Berhemên wî
 
1-Şivanê Kurd yan jî Şivanê Kurmanca 1930, roman. 2-Koçekê derewîn 1930 şano. 3-Kurdên Elegezê 1936 çîrok. 4-Berbang 1958 roman. 5-Jiyana Bextewar 1959 roman. 6-Kurdên Ermenistanê 1959 sînaryo. 7-Dimdim 1966 roman. 8-Hikayetên Gelê Kurd 1967 çîrok. 9-Hopo 1969 roman.
 
Erebê Şemo bi gelek zimanan diaxivî wisa jî berhemên wî ji bo gelek zimanan hatin wergerandin, wek ingilîzî, fransî, almanî, rûsî, wisa jî erebî û ermenî.
 
Erebê Şemo yê ku nedizanî ka çetel ji bo çi ye, dema ku carekê li mala mamosteya xwe xwarin xwar (romana Şivanê kurd) wisa jî di axaftineke xwe de dibêje ku ew di çêkirina hemî xetên tirênên Sêbîrya de beşdar bû, dibêje min jiyana xwe hemî tevlî baştirîn salên temenê xwe di zilm û zor û perîşaniyê de qedand ji ber sedemên pûç û vala.
 
Stûn û spîndara wêjeya kurdî, şivanê ku bi Gorky û Lenîn re rûniştibû, di 21ê gulana sala 1978an de çû ber dilovaniya Xwedê û ji bo heta hetayê xatirê xwe ji me û vê dinyaya fanî xwest.  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4739