Serxweþî û Sersaxî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Îro 9.12.2017 li komela Hêlîn li Essen ê û bi alîkariya malbata nemir .

Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd bi erkê sersaxiya helbestvanê hêja nemir Xelil Mihemed Elî Sasûnî rabû.

Li dora katjimêr 13.30 nivîskar Bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir, pêþê wek xuleyek bê deng rewþenbîr û siyasetmedar û hemî beþdarar û mêvanên delal li ser giyanê nemir Xelîlê Sasûnî  wisa jî li ser giyanê hemî nemirên Kurdistanê rawestiyan.


Ûwek urf û adetên dinyayê Bavê Zozanê sersaxiya malbatê kir û got ku bere serê malbatê û yê hemî xwedî, nas û mirov wisa jî dost û hevalên wî saxbin, xwedê û pêxember jê xweþbin ,cihê wî bihiþta rengînbe.

kurte jiyana parêzer û helbestvan Xelîl ê Sasûnî anî ser ziman ku ew bi xwe ji malbatek xuyanî û navdare,lehengî û welatparêziya wan di dîroka Kurd û Kurdistanê de eþkereye.

Wisa jî Bavê Zozanê li ser jiyana nemir a wêjeyî ,xelat û berhemên wî jî axivî ku ew bêguman stûnekî serekebû di helbesta resende.

paþî dest bi pirogiramê hate kirin û derfet hate vekirin bo beþdarbûnê di sersaxiyêde .

- Xuþka Mîdya qîza xwedê jêxweþ gotina malbatê bi zimanê Erebî xwend, bizelalê ser jiyana bavê xwe got çêbûna wî ,xwendina wî, berhenên wî ,bawerim bi hestekî naz û þêrîn dîrok û jiyanana bavê xwe Xelîl Sasûnî hemî þirovekir.

- Gotina yekîtiya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrî mamostê hêja parêzer Cemîl Ibrahîm bi zimanê Kurdî xwend. Mamosta bi firehî ser jiyan û kar û dîroka helbestvanê nemir sekinî.

-Mamosta Ebdulsemed Daood wek bîranîn leþkeriyê û bê çilo û çawa nemir naskir bi kurtî bi zimanê Erebî ji mere xwend.

-Helbestvan Tengezarê Marînî ewî jî sersaxiya malbatê di riya helbesteke xwey þêrîn de kir.

-Çîrokvan Fewaz Evdê bîranîn xwey li Batmanê wisa jî têkilên xwey enternêtê bi rehmetî re ji xizm û malbat û guhdaran re bi zimanekî xweþ peyivî.

- Siyasetmedar Ebdulbasit Hemo ser helbastvanê me bi geþbînî axivî ku kurd wê timî berdewam bin di tekoþînê de û wê dev ji mafê Kurdayetiyê neqerin.

dawî Bavê Zozanê derfet vekirî hiþt bo her kesê ku bixwazê ser nemir Xelîl Sasûnî gotinekî yan jî nerîna xwe bibêje.

Wisa sersaxî bi dawî hat dîsa Bavê Zozanê bi navê YNRKS û bi navê malbata helbastvan Xelîl Sasûnî û bi navê komela Hêlîn spasiya hemî kesên hazir û beþdaran kir bi hêviya jiyanek xweþ bo malbatê wê û  bi hêvî û xwesteka ku gora rehmetî bibe parçek jî Buhiþtê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4737