Ji dîroka kurdî / kes û helwest.. Xeleka dawî 41.. Dagîrkirina Bedlîsê û lehengiya Kurdan
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Şalyarê Osmanî Ehmed Paşa hêzên xwe ji Tirkan û Kurdan dan ser hev, û hestên cîhadî li ba wan gur kirin, û da xuyan, ku ewana leşkerên Xweda ne, û dij Eyzîdiyên kafir şer dikn, mebest jî mîr Evdal Xan û leşkerên wî ne.
Paşa ferman da, ku sê caran azan bilind bibe, û neh caran daholên cengê lêdan, û fermana hêrişa ser çeperên artêşa Evdal Xan da. Li çiyayê (Dadeywan) Beg Melaz Kurd li hember Şakir Axa; şalyarê Evdal Xan derket, û li çiyayê (Eweyx) Begê devera Karnî bi rûyê Ereb Xelîl Axa de derket. Leşkerên Şakir Axa li ser tepela çiyayê Dadeywan pêdar bûn, û demek dirêj bi mêranî şer kirin, lê Begên Melaz Kurd û Mehmûdî ew ji tepela çiyê dane alîkî, pêre jî neçar bûn, ku vegerin hundir bajarê Bedlîsê().


Ceng di navbera artêşa Paşa û ya Evdal Xan de giran bû, û hêzên Ҫeloyê Hekarî  û yên Rojkiyan , ku berê jî dijmantî di navbera wan de hebû, bi şûran rabûn hev, û leşkerên Wanê jî alîkariya Ҫelowan dikirin. Pêre tê xuyan, ku piraniya şerê giran di navera Kurdan bi xwe de bû. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Şerê bi şûran sê katan dirêj kir, bê ku kesek ji herdu aliyan jî ji cihê xwe bi paş de vekşe, ta ku kesek ji şervanên Xan li ser piyan nema, yên ji wan mabûn, birîndar û dest û pê şkestî  bûn, û ketibûn nav destên celadên serîbirr, ên ku dilovaniyê nasnakin. Serên ku leşkerên me qut kiribûn, nikarîn hilgirtana, vê lomê tenê guh û poz qut dikirin, û ser jî davêtin. Hinekan  bîst guh û deh poz, û hinekên din jî çel guh û bîst poz bi xwe re anîbûn. Lê divê em bê layane bibêjin, ku serkeftin ji ba Xweda ye, lê şervanên Rojkiyan wêrek û leheng bûn“().
Leşkerên Evdal Xan kefen li xwe kiribûn, bi wateya amadebûna bo mirinê li meydana cengê, û çi dibe, bila bibe, lê vekşîn ber bi paş de nîne. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Hemî  leşkerên  li ber wan rabûn, kuştin, û kesek ji şervanên me zindî ji dest wan derneket…gewdeyên leşkerên me hêran, wek ku ard tê hêran, û bi nav stiriyan de ber ba dibe“().
Hîna Ceng di navbera artêşa Paşa û ya Evdal Xan de digeriya, sê hezar şervanên Kurd ên herî hêzdar tev artêşa Paşa bûn, û şer germtir bû, û leşkerên Paşa dan ser bervedêrên Bedlîsê. Tevî ku xwarin û cebilxaneya leşkerên Bedlîsê  kêm bû jî, Ewliya Ҫelebî wêrekiya wan dipesine, û wan bi lehengê Kurd, ê dêrîn Rustemê Zal dişibîne, û dibêje: “Ji her çar aliyan ve dan ser xendek û çeperên Xan, û şerekî girantir dest pê kir, û di kêliyekê de leşkerên Xan ji nişkave ji xendekan derketin, û her yekî şûrek di dest de, û dan ser me, leşkerên me dane bazdanê, û  ji hev şerpeze  kirin… leşkerên Xan şerekî Rustemî kirin… Wan şervanên, ku xwarin û cebilxane di destan de nembûn, û piraniya wan birçî bûn, lê wek lehengan şer dikirin”().
Leşkerên Evdal Xan bi mêranî şer kirin, lê piraniya wan hatin kuştin û birîndar bûn, bi ser de jî xwarin û çekên wan  hindik bûn. Artêşa Paşa ber bi Bedlîsê de çû, Evdal Xan xwe gîhande ѐşîra Modkî, da nekeve destên Paşa, û şervanên Kurdên Eyzîdî di hundirê kelehê de  berevaniya wê dikirin, û bang dikirin „Xweda yek e, yek e“, û bi canfîdayî şer dikirin. Paşa jî hewesdar bû, ku kelehê dagîr bike, „ji ber ku sermiyanê Xan û zêr û gewahirên wî, yên nirxbiha tê de bûn“, û roja (25)ê meha Remezanê keleh hate dagîrkirin, „û hezar şervan hêştin, da gencîne û gewahirên Xan, ên ku di sê sed odeyan de bûn, bipên“().
Berpirsê kelehê û (700) kesên din, ku dîl kiribûn, hanîn pêşiya konê Paşa, ew jî li ser kursiyê rûniştibû, û celad jî bendewarên fermanên wî bûn, Ewliya Ҫelebî destûra şêst dîlan xwast, û ew birin bin konê xwe, û xwarin da wan, û paşê vegeriya konê Paşa, dît ku gelekî eniriye, û çovê xwe yê xeyzeranî miz dide, û ferman da leşkerên xwe, da dîlên destgirêdayî bikujin, wan jî bi şûran hêriş dîlan kirin. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Dest û ser û mil û qirik difiriyan, ewên dîl jî wek mihên ber destên qessaban bû, ji bilî qirik xwarkirinê nikarîn tiştekî din bikirana, te digot qey roja qiyametê ye. Wê hîngê lehengekî Rojkiyan î destgirêdayî bendên destên xwe qetandin, û şûrê celadekî ji dest wî girt, û da ser celadan, heft ji wan kuştin, û yên din jî bazdan û reviyan, û gava hemiyan ew dorpêç kir, Paşa qîriya û gote wan: „lênedin, çênabe kesekî wek vî lehengî were kuştin“, û di cih de tawan ji ser wî rakir, û tev hêzên Wanê kir“().
Belê…Paşa dizanîbû çawa lehengên Kurdan ji bo dewleta Osmanî bi kar bîne. Ewliya Ҫelebî nikarî ev komkujî bipejiranda, û lome û gazind li Axa û Begên, ku li wir bûn, kir û xwast  ew, li ber Paşa bigerin, da dîlên din serdest berde, û gote wan: „Ma rûmet li ba we nemaye“? Vê carê Paşa dîlên din, ku (500) bûn, serbest berdan. Di wê cengê de (1065) leşkerên Evdal Xan, û (900) jî yên artêşa Paşa hatin kuştin().
Di pey dagîrkirina Bedlîsê re, Begên Kurdistanê, yên ku berê tev Paşa nebûbûn, û hêzên alîkar jî bo wî neşandibûn, hatin ba wî; ew jî Begên (Şeyrewan, Hêzan, Serhed, Zîreyqî û Kasan) bûn. Paşa got: „Piştî çi tên“?. Piştî tikayên Axayên Wanê, Paşa rê da wan Began, da derbas ba wî bibin, û ew riswa kirin, û Begên, ku pêre şer kiribûn, perû (xelat) kirin, û çi di gencîneyên Evdal Xan de hebû; mal û milk û çek û gewahir û cil û bergên nirxbiha, û amûrên kêm peyda dibin, û pirtûkên nirxbiha talan kirin().
Ewliya Ҫelebî bi hûrgilî qala tiştên hatine talankirin dike, vaye beşek ji gotina wî: „Yanzdeh sindoqên ji darê biha hatine çêkirin û bi neqşan hatine xemilandin hebûn…li pêş çavên hemiyan me morên wan şikandin, û ew vekirin, di her sindoqekê de deh pirtûkên biha û nirxdar hebûn, bi destên navdartirînên destnivîseran hatibûn nivisandin, û bi awa û formrkî hatinbûn xemilandin, ku her yek bibû bermayîyeke yekta (bê hempa)().
Hinek pirtûkên, ku ji gencîneya Evdal Xan hatibûn talankirin, ev bûn: „Heftdeh bergên (muceld) Qur-anê, (1300)  bergên şiroveyê (tefsîrê), (70) ji wan ên navdarên şirovekaran bûn, (1300) bergên şahnameya Fîrdewsî, (1000) bergên destnivîsên curbecur, ku dîwana Hafizê Şîrazî û Gulîstan û dîwana Mela Camî jî di nav wan de bûn. Ewliya Ҫelebî qala pirtûkene dine biha dike, ku bi qasî barê heft deveyan bûn, ew jî pirtûkên wêjeyî dîrokî û erdnîgarî bûn().  
Piştî ku Paşayê Osmanî Bedlîs dagîr kir, Ziyadîn (ضياء الدين)  kurê Evdal Xan wek mîrê Bedlîsî bi cih kir. Poilîtaya Osmaniya ew bû, ku mîrên Kurd ên hêzdar ji holê rakin, û hineke lawaz, ku pê kanibin li şûna wan deynin. Ewana bi vê tevdîrê riya dest danîna ser xweseriya mîrnişînên Kurdan, û xistina wan bin desthilata Osmanî ya yekser, dûz dikirin, û cenga dij Evdal Xan jî xelekeke vê polîtîka ya dagîrkirinê bû().
17.09.2017

([1])  Ewliya Ҫelebî: Gera (rîheleto) Ewliya li (fî) Kurdistan, rû 289-290.
([2]) Heman jêder, rû 293.
([3]) Heman jêder, û heman rûpel.
(4) Heman jêder, û heman rûpel.
([5]) Heman jêder, rû 295, 296, 297, 298.
([6])  Heman jêder, rû 299, 300, 301.
([7]) Heman jêder, rû 303, 305, 310, 316.
([8])  Heman jêder, rû 310.
([9]) Heman jêder, rû 312, 314, 316.
([10])  Heman jêder, rû 308.
([11]) Heman jêder, rû 308.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4734