Bi kurtî, Nivîskarî û Nivîskarê Kurd..
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

Berî pêlekê ev pirs ji min hat kirin; Nivîskar kî ye? Nivîskarê kurd Kî ye? Ez kurtbûna bersiva xwe ji bo pêþkêþ dikim:
Nivîskar ew mirovên ku xwedî zanîn, serborî û serwextî ne, his û hestên wan tenik û nazik in, bi vîn û deyax in û bi þert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema yek ji van mirovan, his û hestê xwe rast û durist li dor civaka xwe ji þîn û þadiyê binivîsîne; çi di warê helbestê de be, romanê de be an þanoyê de be, ew mirov nivîskar e.


 Mirovê nivîskar dijî zulm û zorê raweste, berjewendiyên civakê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigire. Dûrî xal û xwarzîtiyê, ap û birazîtiyê ye.. Armanca wî belavkirina dadmendî û heqiyê ye.
Nivîskar mîna pêxembera ne. Xemxurên civaka xwe ne, ji civaka xwe re rêzan û rêber in..
Lê nivîskarê kurd di gel van þertên ku me gotin; ew mirovê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne. Bi þîn û þadiyên welat û welatiyên xwe re digirî û dikene. Di nivîsên xwe de çakiyên civakê pesin dide, xerabiyên wê radixîne ber çavan û di navbera çakî û xerabiyan de rêka çareseriya pêþketinê þanî welatiyên xwe dide..
 Konê Reþ, Qamiþlo, 06.12.2017







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4733