Bêdengîya Xelîl Sasûnî
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

Dûrî bajarê tevger û evînê, lê nêzî bajarê kokê, îro tû di bê dengîya xwe de di pûnijê? Ne pênûsa te, ne qotîya tûtina te û ne jî dost û hevalekî Qamișlokî li ber serê te heye kû bi tere û di gel bêdengî ya te jî bibê hevparê jana canê tey nazik û berxwedana tey bi mêranî û xwedî moralekî bilind dijî kansera bêbext weke serhildana çiyayê Sasûnê…..


Evîndarê helbesta resen, mûsîk û awazan? Tîp û peyvên li hev hatî, te jiyaneke xwey taîbet di gel bejnên payebilind ji helbestvan û mûsîkjenên Kurd te bûrand… û bi bê dendî îro te koça xwey dawî kir?.
Di gel hejmareke mezin ji bîranînên mey hevpar, lê mixabin îro pênûsa min alîkarîryê bi min re nakê?
Koçkirina te janek kûr di dil de hișt? Bi hêvîme kû giyanê te li asîmanê buhiștê weke sîmirekî, her bilind bi rêse.

 

 

Seydayê Cegerxwîn û Xelîl Sasûnî:
Di salên 1977-1978 dema ez û hevalekî xwe rehmetî M.Emîn Cemal (Bavê Kawa) em li ber destê Seydayê nemir Cegerxwîn hînî ziman û Elfeba Kurdî a Latînî dibûn, hîna em di temenê xwey gênc de bûn û bi germahî me di xwest zû em dozeca Kurdperwerî yê û nivîsê ji kanîya seyda vexun!? loma me di xwest her tiþtî ji seyda bi pirsin û ji þana wî a zengîn helwest, raman û bîr û bawerîyên xwey neteweperwerî bi xemilînin?
Ji ber vê yekê çi pirsa ku di kete bîra me bê sînor me jê di pirsî? Û weke Kurdekî hingî ez li ser koçberîya Seyda di tirsîyam û ez di xem û gomanê de bûm gelo wê kî bi karibe cihê wî bigre an jî wê doza wî bi þopîne weke helbestvan? Min jê pirsî? Û Bersiva wî navek bû? Xelîl Sasûnî…….
03/12/2017
Elmanîya







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4731