Mihemed Mela Hemdî û Pirtûka (Xwendin li Deverên Azadkirî Yên Badînan..)
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 äæÝãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Doh, piþtî ku min ev pirtûka bedew, bi navê  "Xwendin li Deverên Azadkirî Yên Badînan di Navbera Salên (1961-1975)ê de" ya ku mamoste Mihemed Mela Hemdî ji Duhokê ji min re þandiye xwend, bi van kurte gotinan dikarim pirtûka wî binirixînim:
  Mamoste Mihemed Mela Hemdî, bi vê pirtûkê xwe, ronahî berdaye ser perwerde û fêrkirina zarokên deverên Badînan, ji destpêka þoreþa ilonê ya pîroz/ 1961ê, ta bi peymana Cezairê ya reþ/ 1975an. 


Wî ev qonaxa zor giring, ne tenê di jiyana xelkên Badînan de, belê di jiyana tev kurdên Kurdistanê de bi hûrbûn þopandiye û erþifandiye. Ji ber ku hingî hêviyên Kurdistaniyan di wî þoreþê û xelkên wê þoreþê de bû.. Wek ku em tev dizanin, perwerde û fêrkirin bingehê pêþketina civakê ne.. Wî bi vî karê xwe yê meydanî rih bi jiyana perwedê û fêrkirinê di wê qonaxa çetin û dijwar de aniye..
  Xwezî, ev pirtûk bi tîpên latînî jî bihata weþandin, da kurdên Bakur, Rojava û Ewropa jî serwextî perwerda zarokên xelkên Badînan di heyamê þoreþa ilonê de bibûna..
  Du carî spasiya mamoste Mihemed mela hemdî dikim; carekê ku ev pirtûka bedew berdestî xwendevanan kiriye û carekê ku danak jê, ji bo min þandiye Qamiþlo.. Hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamiþlo, 27/11/2017








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4726