Dabeşkirina bi mebest
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 äæİãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Mislim Şêx Hesen 

Li sala1916 an Kurdistan bi awakî gelekî bi mebest di navbera çar welatan de hat dabeşkirine, mebesteke wan jê ew bû, ku pirsa kurdî bibe pirsgirêk û nakokiyeke azirî ji gelên Rojhilata Navîn re, careserî zû bi zû jê re peyda nebe û karibin jî bi dirêjtirîn dem ji samanên kurdistanê wek sotemenî, av û HWD sûdê wergirin. Lewra jî ew tu careseriyê ji rewşa kurdistanê re peyda nakin, û li hev dicivin ku pirojên kurdan bo azadî û rizgariyê têk dibin. Di vî warî de bidehan pîlanên hevbeş li dijî gelê kurd û daxwazên wî hatine gerandin û dubare jî bûne.


Her wiha li dema dawiyê welatên dagirker piştî giştpirsiya ku li kurdistana Îraqê hat li dar xistin ku li gorî zagon û belgeyên netewe yekbûyî bû, wan dewletan, ji bo ku encamên giştpirsiyê tine bikin, tavilê nakokiyên xwe dan tenştekê û ligel hev sê qulî û çar qulî wek demên borî li hev civiyan. Vêça, divê tevgera siyasî ya kurdistanî lêvegereke rasteqîn û dîrokî ji xwe re bike û li ser kiryarên kirêt ên dewletêm zorker rawestin. Çawa ku ew dewlet bi hêsanî karin dev ji nakokiyên xwe berdin, li ser doza gelê kurd lihevbikin û li pêşiya daxwaz û hêviyên gelê kurd rawestin, tevlî ku netewe, ziman û dîroka wan jî ne wek heve, divê tevgera kurdistanî jî sûdê ji wê rastiyê bigirin û siyaset û stratîciyeke hevbeş dînin û bajon, çimkî tu çûdahî û nakokiyên mezin di navbera tevgera kurdistanê de nîn e, û li dawiyê em miletek in, û tevgera me ya netewî li herçar parçeyên kurdistanê gerek e rojekê pêş de li hev bike û yekrêziya xwe ya siyasî ya netewî damezirîne. Lewre jî hazirî û amadebaşî ji bona lidarxistina kongirekî netewî erk û mafekî rewa ye. 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4718