Çima Azadî?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 äæÝãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
Di ferhenga jiyanê de "AZADÎ" peyveke bi pirwate ye û bi jiyan, hebûn û mirovahiyê ve girêdayî ye. Dema ku mirov li ser azadiyê diponije hest û ramanine curbecur payebilind ligel wî peyda dibin. Ne tenê mirov li azadiyê digere, lêbelê hemû giyanên zindî jî doza azadiyê dikin. Dema ku tilûrek di qefesê de li ber xwe dide yan xemgîn be, ma ne ew jî dixweze ku azad bibe û baskên xwe di dawa ezmên de azad bike û wek dixweze bifire?!


 Azadî ne tenê diruþm û daxwazeke siyasî ye weke ku pir kes wisa dinasin, lê di rastiya xwe de azadî daxwazeke xweristî û mafekî rewa ye. Jiyana bi bend û sindifkirî jiyaneke bê wate ye, dema ku mirov di gotin, kar û nihêrînên xwe de na azad be, tucarî nikare bigihîne armanc û daxwazên xwe, her weha milet û civak jî wisa ne. Ji wê bêtir; mirovê ne azad nikare xwe ji nexweþiyên xwe yên derûnî û civakî jî biparêze. Ma gelo kesê ku nikare xwe biparêze ewê çawa karibe doza pêþketin û pêþvebirina civakê bike û   xwe wek rêber bibîne?! Azadî; mejiyê mirov pêþve dibe û dihêle ku derbasî asata nayabdariyê bibe.
Li beramberî azadiyê bindestî, zordarî û destlatdarî hene û bend û keleman li pêþ azadiyê çêdikin û azadîxwezan bi zîndan, lêdan û carina bi kuþtinê jî seza dikin. Lê çendî zordarî û sezakirin hebin, vîna azadixwazan lawaz nabe û dest ji doza xwe bernadin û divê her kes vê rastiyê bizanibe. Ta ku azadîxwez bigihînin armanca xwe ya pîroz û li nîvê rê venekulimin, divê zanînê ji xwe re bikin rêber û nebêjin ku tenê hêz dikare azadiyê peyda dike.  Bêguman azadî; mîna xweristî û parastina mayînê tê naskirin, ew  dihêle ku mirov bi hemû hêz û vîna xwe li hember pirsgirêk û bendên çêkirî raweste û hertim li azadiya xwe bigere. Lê hin mercên wê hene û zor pêwîst e ku mirov hajî wan mercan hebe. Kesên ku azadî nasnekirine, ma gelo ew dikarin wê bikar bînin û nebe tevlehevî?! Azadiya ku rêzgirtina yasaya mirovahiyê negre ew ne azadî ye. Ji hêleke din ve, divê mirov li benda mercên azadiyê nemîne, ya rast ew e, ku mirov mercên azadiyê peyda bike.
* rojanama REWÞEN hejmar 25
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4717