Borîn
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÃÛÓØÓ 2017
Mijar: Nûçe



Majêd A Mihemed
 
Gava ramanek fodil
weke wêneyê hespekî efsaneyî
bi xemil û xêz û zengil   
di karîdorê afrênerekî re


ji niþka va diborê
zû zû sekvanê hizrê nagihînê þopa wê
û ta ku xwedî pûnij û giyanê pêlewanî
li wê pîroz xakê
bi cirîtê di asîmanê sawîran re bifrê
an bi gavên bilez xwe pêghînê govdê wê
vêca ew wek xwe namînê
belê wêneyê ku di ser sîvleka bala wî re
bi germî hatî þimitandin
dibe dîmenê rûyê keçek ciwan
ku çawa di pencerê re bilez xwe li xortekî dimînê
û xort jî mîna sitûnekî rep
li hember bedewiya wê matmayî dimînê
dema vegerandinê di ser re derbasdibê
hulma hizrê jî ji wê xaknîgarê bardikê
ew careke din xwe li afrêner namînê
belê di wê navbera dudilî de
di orta valahiya derbasbûn û gihîþtinê de
hest mîna dareke tûyê kevnar
ji êþa xwarbûnê lal dibin
omîd ji lêdana pêdviyên rojane pûç dibin
wek taya ku li termekî dihêwirê
coþa vîna hebûnê di pergalê wî de diqerimê
weke çirûska yekem
bi rûgeþiya destpêkê
hevok xwe lê namînê
wê katê
mîna kabciyê ku derfetek mezin zirar dikê
dewla bîrdoziyê kûr diþînê
tîrêjên çavêd xwe dûr davêjê
bi kuzûrî bawer dikê
ku çawa li kolaneke þênahî
bazarek gerim bi dawî tê
dizanê ku bi qîre qîra firoþgehekî  bi tenê
tevgera kirîn û firotinê bi carekê ji nû de venagerê.
Sala 2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4682