Konê Reþ
Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina
helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez helbestvaniya wî
ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî
Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêþiye
di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye
nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta
kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor
10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Þakir Elseyab û hin din ji
helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta
nûjen kirine...
Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin:
Ew perdeya reþ tarî,
Ko ji þevên reþ diyarî,
Min...
Ji rûyê xwe kiþand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt..
Avêt paþ sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh þûþ;
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuþt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir þewitand
Û paqijkir...
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe..
* * *
Êdî... ...
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteþê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî Can